DERSIM – Li herêma Daristana Kinzir a Xozata Dersimê şewat derket. Welatiyên xwestin şewatê vemirînin hatin asteng kirin.
Leşkeran li herêma Gundê Zangirek ê Navçeya Xozata Dersimê operasyon dan destpêkirin. Piştî leşker derketin operasyonê li qada Daristana Kinzirê şewat derket. Welatiyan xwestin şewata daristanê vemirinîn. Lê leşkeran destûr neda ku welatî şewata daristanê vemirînin. Welatiyan diyar kirin ku ger şewat neyê vemirandin dibe ku li herêma Zozanê Karsel û Zankirekê belav bibe. Em têkildarî şewata daristanê li Midûrê Karên Daristanê yê Dersimê geriyan, lê tenê got em dê eleqeder bibin.
2 roj berê Walîtiya Dersimê li 30 herêmên girêdayî navçeyên Pulur, Pilemûriye Xozat, Qislê weki "Herêmên Ewlehiya Taybet" îlan kiribû. Piştî qedexeyan operasyon hat destpêkirin û li Qada Daristana Kinzirê şewat derket.