STENBOL – Parlementerê HDP'ê Mûsa Pîroglû, destnîşan kir ku divê divê hevdîtinên bi Ocalan re bi awayekî rêk û pêk bên kirin û got: "Divê ji bo aştî û azadiyê hemû hêzên demokrasî bên cem hevdu û bi hev re bitêkoşin. Ocalan rêyên çareseriyê li ber me dixe."
Piştî 8 salan Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan du caran hevdîtin bi parêzerên xwe re pêk anî. Cara ewil di 2'yê Gulanê û cara dudoyan jî di 22'yê Gulanê de hevdîtin bi parêzeran re pêk anî. Ocalan, di her du hevdîtinên xwe de bal kişandibû ser "lihevkirina civakiyî, siyaseta demokratîk, muzakeray demokratîk û aştiyeke birûmet." Parlementerê HDP'ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû peyamên Ocalan nirxandin.
Pîroglû, anî ziman ku hevdîtin bi bi saya çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê pêk hatin. Pîroglû, bilêv kir ku divê hevdîtinên bi Ocalan re bi awayekî rêk û pêk pêk bên. Pîoglû, anî ziman ku 8 salan parêzeran nikaribûye hevdîtinê bi parêzeran re pêk bîne û berpirsiyarê vê îktîdara AKP'ê ye û got: "Ê ku Mutabqata Dolmabahçeyê qebûl nekir û dawî li pêvajoya çareseriyê ne anî Qesr û hikûmeta heyî ye. Sedema van hevdîtinan jî ji be rçalakiyên greva birçîbûnê ye ku 7 mehan domand. Ev hevdîtin bis aya berxwedanê pêk hatiye. Divê ji bo vê pêvajoyê mirov bihêvî be. Helbet divê hevdîtin jî bi awayekî rêk û pêk pêk bên."
‘OCALAN ÇARESERIYÊ DIDE BER ME'
Pîroglû, destnîşan kir ku AKP berberîbûnê dixe nav civakê û bi vî awayî dixwaze hebûna xw ebidomîne û got: "Ev berberîbûn, rê li ber civakîbûyîneke civakiyî vedike. AKP, di ser dijminahiya elewîyan, dijminahiya bi kurdan, dijminahiya bi jinan re dixwaze alîgirên xwe konsolîd ebike. Ev jî dibe sedema berbelavbûan şidetê. Hema bêje her roj em bi bûyerên cinsî, çînî an jî bûyerên cur bi cur ên civakiyî re rû bi rû dimînin. Lê ne mimkun e ku ev yek heta demeke dirêj bidome. Divê ev yek bê çareserkirin. Ocalan ji bo vê çareseriyan dide ber me. Lê belê her diçe AKP berberîbûnê kûrtir dike. Li welat êdî karker bûye dijiminm karker, xizan bûye dijminê xizan. Niha divê em bi çareserkirina van pirsgirêkan re eleqedar bibin. Loma divê em pêşniyarên Ocalan li civakê belav bikin û pêk bînin."
DESTÊ AŞTIYÊ
Pîroglû, destnîşan kir ku hem Ocalan hem jî gelê kurd bi salan e ji bo jiyana bi hev re têdikoşin, û got: "Di vê têkoşîna ji bo aştiyê de kurdan bedêlên giran dan. Di 6 salên dawî de belkî di dîrokê de bedêlên herî giran dane. Lê dîsa jî ji bo aştiyê israr dikin. Divê êdî îktîdar dev ji vê siyaseta xwe ya dijminahiya bi kurdan re berde. Divê li gor siyaseteke aştiyane tev bigere. Tişta pêdiviya gelê Rojhilata Navîn û gelên Tirkiyeyê pê heye ew e ku xwîna diherike bisekinînin û demildest pirsgirêkê çareser bikin. Li Tirkiyeyê divê hêzên demokrasiyê bia wayekî zelal û baş li Tevgera Azadiyê ya Kurd û nûnerên wê yên siyasî binerin. Mecbûr in baş pêvajoyê bixwînin. Gelê kurd ehlê aştî ûa zadiyê ye. Divê di têkoşîna aştî ûa zadiyê de hêzên demokrasiyê hemûn bên cem hevdu û bi hev re bitêkoşin. Divê destêê hatiye dirêjkirin bibînin. Pêvajo ber bi qutbûnekê ve diçe. Ev destê hatiye dirêjkirin belkî jî ji bo me şansê dawî ye. Divê ev şans baş bê nirxandin û peyama ji boa ştiyê baş bê xwendin û têkoşîneke bi hev re pêk bê. Lê mixabin di têkoşîna li dijî tecrîdê de me ev yek nedît."
Pîroglû, destnîşan kir ku ji bo aştiyê çareserî hêsan e û divê êdî dewlet gavina bavêje. Pîroglû ku pirsî "Aştiyeke birûmet çawa pêk tê?" got: "Ev bi nûnerên siyasî re çêdibe. ne bi dayîna hin mafên şexsî, bi hatina cem hev a kirdeyên siyasî û acaftinê pêkan e. Wexta ev pêk bê wê aştiyeke birûmet û aştiyeke demokratîk pêk bê. Yanî divê li dor maseyê bê rûniştin, divê çareseriyeke demokratîk pêk bê, hevrûbûn çêbibe û pirsgirêk bên çareserkirin. Piştî vê wê tişteke aş rû bide."
MA / Ferhat Çelik