NAVENDA NÛÇEYAN - Di destûra betlanê ya Cejna Remezanê de ji 31'ê Gulanê heta îro gelek qezayên trafîkê rûdan. Di qezayên trafîkê de heta niha 34 kesan jiyana xwe ji dest dan û 337 kes birîndar bûn.
Di betlana Cejna Remezanê ya di 31'ê Gulanê de dest pê kir, heta niha gelek kesayên trafîkê rûdan. Ji 31'ê Gulanê heta niha di qezayên trafîkê de 34 kesan jiyana xwe ji dest dan û 337 kes birîndar bûn. Li Semsûrê 3 kesan jiyana xwe ji dest dan 4 kes birîndar bûn. Li navbera Zonguldak û Sêwasê otomobîl li dîwar qelibî. 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û kesek birîndar bû. Li ser rêya Zanguldak Enqereyê maşîne ji rê derket. Di qezayê de kesekî jiyana xwe ji dest da. Li navçeya Kula ya Manisa maşînê li rêwî xist û kuşt. Li Ser rêya Îzmir-Uşakê maşînê li rêwî Serdal Tuna kuşt û kuşt. Li Milasê 3 qeza pêk hatin di qezayan de kesek mir û 8 kes birîndar bûn. Li navçeya Mûtê ya Mêrsînê maşînê li ciwanekî xist û kuşt. Li Kadikoyê texsî u motosiklet li hev qelibîn. 2 kes birîndar bûn. Li Giresunê kamyonet qulipî, 10 kes birîndar bûn.