STENBOL - Dayikên bi rojan li ber Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Gebze li ber xwe dan û tim rastî êrîşên polîsan hatin, çûn girtîgehê û cejna zarokên xwe pîroz kirin.
Dayikên bi rojan li ber Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Gebze li ber xwe dan û tim rastî êrîşên polîsan hatin, bi boneya Cejna Remezanê çûn ziyareta zarokên xwe û cejna wan pîroz kirin. Dayikên di saetên serê sibê de çûn girtîgehê, bi zarokên xwe kêliyên keyfxweş û hestewar derbas kirin. Dayikan piştî hevdîtinê darbasî avahiya HDP’ê ya navçeya Gebzê bûn. Parlementera HDP’ê Zuleyha Gulum û Hevserokê HDP’ê yê Stenbolê Cengîz jî bi malbatan re tevgeriyan û li avahiya partiyê cehna hev pîroz kirin.