EFRÎN – Ev demek e di navbera hêzên rejîmê û hêzên ku piştgiriyên didin wan de li Sûriyeyê projeya çareseriyê dihat nirxandin, herî dawî li hev nekirin. Hêzên Hîzbûllahê yên girêdayî Îranê û hêzên Rejîma Baasê li bajarokên Zehra û Nîbîlê dest bi şer kirin.
Di vê pêvajoya ku li Sûriyeyê projeya çareseriyê tê nirxandin, vê carê di navbera hêzên li heman alî de şer dest pê kir. Li bajarokên Nîbîl û Zehrayê di navbera hêzên şîa (Hîzbûllah) ên girêdayî Îranê û hêzên Rejîma Baasê de şer derket. Bajarokên ku şer lê didome, dikevin başûr rojhilatê Efrînê.
HÎZBÛLLAH NAXWAZE BIDE
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine girtin, demek dirêj e OSO'yê bajarok dorpêç kirine, lê bajarok di destê Hîzbûllahê de ne. Rejîm jî dixwaze li bajarokan bi cih bibe. Hat gotin ku li bajarokên ku rejîm dixwaze hêza xwe lê bi cih bike, welatiyên şîa lê dimînin, ji ber vê Hîzbûllah naxwaze rejîm lê bi cih bibe.
Çavkaniyên herêmî aşkera kirin ku di pevçûnên li ser rêyên ku diçin Efrînê derketin de, welatiyên sivîl jî birîndar bûne, şer her ku diçe dijwar dibe. Hat hînbûn gelek maşîneyên zirxî, tang û top sewqî herêmê tê kirin.
Ev herêmên ku qala wan tê kirin, berî 3 salan ketibûn destê hêzên Hîzbûllahê.