AMED - HDP'ê beriya hilbijartina 7'ê Hezîranê li Qada Îstasyonê ya Amedê mîtînga "Mirovahiya Mezin" li dar xistibû. Endamên DAIŞ'ê li dijî mîtingê êrîşa bombeyî kiribûn û 5 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û zêdeyî 400 kes birîndar bûbûn. Di ser êrîşa li dijî mîtîngê re 4 bal borîn, lê doz bi encam nebûye.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê beriya Hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'an di 5'ê Hezîranê de li Qada Îstasyonê ya Amedê mîtînga "Mirovahiya Mezin" li dar xistibûn. Bi sed hezaran mirov tev li mîtîngê bûbûn. Di mîtîngê de endamên DAIŞ'ê êrîşa bombeyî kiribûn. Di ser bûyerê re 4 sal borîn, lê hêj doz bi encam nebûye. Endamê DAIŞ'ê Orhan Gonder, li qada mîtîngê ya ku 2 hezar û 360 polis hatibûn peywirdarkirin û bi sed hezaran kes kom bûbûn, 2 bombe li qadê bi cih kiribûn. Di encama teqîna bombeyan de beşdarên mîtîngê Ramazan Yildiz, Necatî Kurul, Şehmuz Kaçan, Civan Arslan û Ali Türkmen jiyana xwe ji dest dabûn. Zêdeyî 400 kes jî birîndar bûbûn.
Piştî bûyerê Serdozgeriya Komarê ya Amedê her çend lêpirsîn da destpêkirin jî der barê bûyerê de biryara "Veşarî" dabû. Serokomarê wê demê Ahmet Davutoglu bi xwe diyar kiribû ku berpirsiyarê komkujiyê Orhan Gonder çend roj şûnde li Dîlokê hatiye girtin. Derketibû holê ku di sala 2014'an de bavê Orhan Gonder bi hinceta kurê wî tev li DAIŞ'ê bûye serî li Midûriyeta Polîsan a Semsûrê dabû. Diyar kiribû ku Gunder li kampa DAIŞ'ê 6 mehan perwerde dîtiye û di 26'ê Gulana 2015’an dan de hatiye Tirkiyeyê.
SKANDAL LI SER SKANDALÊ
Piştî komkujiyê 11 meh şûnde îdîaname hat amadekirin. Di îdîanameyê de hat diyar kirin ku faîlên komkujiyê Gonder û li gel wî Îsmail Korkmaz, Mustafa Kilinç û Burhan Gok wekî kesên girtî û Emirê DAİŞ'ê ku ferman daye Îlhami Bali jî wekî kesê şikdar di dosyayê de cih girt. Dozger der barê Gonder, Korkmaz, Kilinç û Gok yên girtî tên darizandin û Îlhami Bali yê firar de ji bo her kesekî 5 caran cezayê muebeta giran xwest. Dîsa der barê wan de ji bo her yekî ji 4 hezar û 101 sal cezayê girtîgehê heta 6 hezar û 318 sal cezayê girtîgehê xwest. Piştre doz şandin Enqereyê. Di lêpirsînê de derket holê ku Endamên DAIŞ'ê ji Dîlokê çûne Sûriyeyê û ev yek di bin çavdêriya polîsan de pêk hatiye. Piştre bi hinceta ewlehiyê doz sewqî Enqereyê ya li 2'emîn Dageha Cezayên Giran a Sincanê kirin. Di danişîna 25'ê Tîrmeha 2015’an de bersûcê dozê Burhan Gok hat berdan.
QEYDÊN HTS'Ê 5 SAL ŞÛNDE GIHIŞTIN DESTÊ DADGEHÊ
Parêzerên dozê ji destpêka dozê de xwestin ku qeydên bersûcan ên têkiliyê û tekiliya rêxistinî bên lêkolînkirin û komkirin. Parêzeran qeydên HTS'ê û qeydên hevdîtinê xwestin. Lê ev daxwaza parêzeran piştî 19'emin danişîna dozê ya 2'ê Gulana 2019’an de gihişt destê dadgehê. Lêpirsîn piştî 28 meh şûnde kirin doz. Der barê polîsan de îdîaname hat amadekirin. Doz ji aliyê 14'emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Amedê ve hat qebûlkirin. Dozger der barê 5 mirûdên polisan, 3 komiser û 6 polisan de bi sucdariya "Karê ewlehiyê nekirine û erka xwe xerab kirine" ji bo her yekî ji 3 mehan heta 1 salê cezayê girtîgehê xwest. Doza der bare wan de hatiye vekirin didome.
Di êrîşê de Lisa Çalan du piyê xwe winda kirin. Çalan doz vekiribû, doz qezenç kiribû. Dadgehê der bare Wezareta Karen Hundir de bi hinceta "peywira xwe xerab meşandine" 1 milyon û 356 hezar tazmînata maddî û manevî vekir û wezaret mahkûmî tazmînatê kir.
MA / Aydın Atay