NAVENDA NÛÇEYAN - Mîna hemû cejnan, di vê cejnê de jî, goristan hatin ziyaretkirin. Piştî serdanên goran welatiyan cejna hev pîroz kirin. Di serdanên gorên kesên ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê jiyana xwe ji dest dan de hêviyên çareserî û aştiyek mayîn de hatin kirin.
Li bajarên Kurdistinê, piştî nimêja cejnê serdana goristinan hatin kirin. Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sîvîl, siyasetmedarên Kurd û malbatan gorên kesên di pevçûn û têkoşîna azad û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan ziyaret kirin, dua û heviyên çaresseriya demokratîk kirin. Di axaftinên li ser goristanan hatin kirin de, hat gotin ku “Kesên ji bo azadiya gelê Kurd jiyana xwe ji dest dane rûmeta me ne.”
Li Şirnex, Wan û Colemêrgê gorên kesên di dema qedexeyên derketina kolan de jiyana xwe ji dest dan hatin ziyaret kirin. Li ser goran dua hatin kirin û kêliyên hestiyar hatin jiyin. Piştî serdana goran siyasetmedar û nûnerên rêxistinên sivîl cejna malbatan pîroz kirin. Malbat û siyasetmedaran hêviyên rojên azad û aştiyê kirin.
Piştî serdanên goran bernameyên pîrozkirina cejnê li avahiyên rêxistinên partiya HDP’ê yên bajaran hatin lidarxistin û gelek welatî beşdarî bername bûn.