AMED - Bi boneya Cejna Remezanê, gora siyasetmedarê Kurd Vedat Aydin ê berî 28’an hat kuştin, hat ziyaretkirin. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli li ser gora Aydin axivî û got: “Vedat Aydin tu carî teslîm nebûn.”
Parlementer, hevşaredar û rêveberiyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Amedê, gora Serokê Partiya Ked a Gelan (HEP) yê Amedê Vedat Aydin ku di 5’ê Tîrmeha 1991’an de ji aliyê JÎTEM’ê ve hat revandin û kuştin a li Goristana Deriyê Mêrdînê ziyaret kirin.
CEYLAN: BERXWEDAN DEWAM DIKE
Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyyat Ceylan li ser gora Aydin axivî û wiha got: “Aydin pêşengê siyaseta demokratîk bû. Em bang li kesên ji bo jiyanek azad û birûmet canê xwe fedakirin dikin ku ev berxwedan hîna dewam dike, mezin dibe û dê mezintir bibe. Baweriya me xurte û emê qezenc bikin. Dîrok çespand ku piştî her qehremaneke Kurdan û Vedat Aydinan, bi hezaran qehreman û bi hezaran Vedat Aydin bi bîr û baweriyek mezin, ji dayîk bûn. Gelê Kurd tu carî dest ji berxwedan û têkoşînê bernedaye. Yên ku winda kirin, hêzên tarîne.”
Birayê Aydin Veysî Aydin jî, bal kişand ser pirsgirêka Kurd û wiha bilêv kir: “Em dixwazin li çar parçeyan pirsgirêka gelê Kurd bê çareser kirin.”
MIZRAKLI: TUCARÎ TESLÎM NEBÛ
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli jî, çendek bi malbatên çûn ser goran re sohbet kir û qurnefîl danîn ser gora Cîhan Denîz û Husnu Ablay. Mizrakli mezelên bêxwedî jî ziyaret kirin û qurnefîl danîn ser û xwest ku ekîbên şaredariyê van gorên bêserober sererast bikin.
Mizrakli dûre çû ser gora siyasetmedarê Kurd Vedat Aydin û ev axaftin kir: “Vedat Aydin tu carî teslîm nebû. Em rêheval, xwişk û birayên wîne. Heqîqet tu carî nayê tarî kirin. Lêgerîna me ya azadî, wekhevî, demokrasî û edaletê jî, dê tu carî neyê tarî kirin. Ev têkoşîn dê dewam bike. Em soza vê yekê didin.”