Nasir: Xebata me hêj nû dest pê dike

  • rojane
  • 09:14 4 Hezîran 2019
  • |
img
HEWLER - Çalakgerê greva birçîbûnê Nasir Yagiz ku li ser daxwaza Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di roja 187'a de dawî li çalakiyê anî têkildarî encama çalakiyê û peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxandinên girîng kirin. Yagiz, destnîşan kir ku vê çalakiya wan û peyama Ocalan, hevî, bawerî û biryara gelê Kurd bêtir xurt kir û wiha got: "Vê calakiyê carek din sekna gelê kurd û wateya peyama Ocalan nîşan da. Bawerî û hêviya gelê Kurd bêtir xurt kir. Vê çalakiyê nîşan da ku berxwedan serkeftginê bi xwe re tîne. Ji ber vê yekê xebatê min wê hêj nû dest pê bikin. Ji niha û şûnde ezê ji bo yekîtiya gelê Kurd têbikoşim." 
 
Endamê HDP'ê Nasir Yagiz ku li avahiya HDP'ê ya Hewlerê li diji tecridkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketibû greva birçîbûnê û di roja 187'an de li ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dawî li çalakiya xwe anî li ser encama çalakiyên greva birçîbûnê û peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. Yagiz, anî ziman ku ev serkeftin serkeftina gelê Kurd e û wiha got: "Di roja yekem de Heval Leyla biryara herî xurt da û serkeftina 200 rojan di roja ewil de diyar kir. Bi hestên serkeftinê ev 200 roj peşwazî kir. Vê çalakiyê hêvî û baweriyek pir xurt da gel. Ji ber ku di serî de gelek kesan digot 'Gelê Kurd êdî hişyar nabe. Ev tişta hûn dikin întîhar e. Hûn ê tenê bi birçîbûna xwe bimînin. Lê me di serî de armanca xwe pir zeral got. Me got em vê rêveçûnê êdî qebûl nakin. Parêzeran nikarîbû bi Rêber Ocalan re hevdîtin bike. Me ji xwe re digot 'Bêyî Rêber Ocalan Kurdistanek Azad dibe?' Bersîva wê na bû. Li gel ku parêzeran her hefte serlêdan dikirin jî destûr nedidan. Ji ber vê yekê me digot emê bi çalakiyê vê yekê bişkînin."  
 
'BERXWEDANÊ HER DEM SERKEFTIN ANÎYE' 
 
Yagiz, anî ziman ku çi çara gelê kurd li dijî zilm û zordariyê li ber xwe daye bi ser ketiye û berxwedanê her dem rêya serkeftinê vekiriye û wiha axivî: "Me bi vê berxwedanê berî her tiştî hesta xemzarî, tamsarî û behêvî şikand. Be nîşan da ku berxwedan rê li pêş serekftinê vedike. Bi taybetî piştî hilbijartina 2015'an li ser gelê Kurd qetlîamên mezin derbas bûn. Li ser gelê Kurd êrîşên pir taybet pêş ketin. Ji ber vê yekê gelê Kurd her dem di nava lêgerînekê de bûn. Her kesî ji xwe re digot 'Divê em çi bikin' Ev çalakî bû sedemek. Dayikên me daketin kolanan û li ber xwe dan. Lê ev ne tam serkeftinek ku me tecrid şikandiye. Me terê guvek avêt û me derî vekir. Hêj tam tecrîd nehatiye şikandin. Ev ne encam e jî. Me li ser daxwaza Rêber Apo çalakiyê rawestîn. Ji ber ku me gotiye em fedaiyê Rêber Apo ne. Em fedaiyên vî gelî ne." 
 
'PEYAMA OCALAN JI BO GELÊ KURD Û DOSTÊ KURD TEVAN E' 
 
Nazir Yagiz, bal kişand ser peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha berdewam kir: "Ev peyama Ocalan a ji 7 xalan pêk tê, ne tenê ji bo şexsekî û çalakgerên di grevê de ye. Di serî de ji bo gelê Kurd, dostên Kurd e. Ji bo mirovên dibêjin ez aştîxwaz, demokrasîxwaz im û ji bo hemû parazvanên mafên mirovan e. Dema ez ji bo xwe jî bigirim dest divê ji bo mirovekî azad ava bikim girîng e. Cîhan tev dizane, bêyî Kurd li Rojhilata Navîn pergalek nikare bê avakirin. Îro hemû dewletên deshilatdar dizanin bêyî siyasedek demokratîk û azadiya 4 perçeyên Kurdistanê çareserî pêş nakeve. Bêyî azadiya Ocalan li Rojhilata Navîn pergalek demokratîk ava nabe. Ev tecrid li ser fikr û bîrdoziya Ocalan tê meşandin. Yê ku vê tecrîdê û vê feraseta dagirkeriyê bişkîne dîsa çalakiyên demokratîk in. Îro hêzên kapîtalîst û serdest dixwazin di nava hêza gel de demokrasiyê winda bikin. Dixwazin di nava civakê de bê ehleqiyê ava bikin. Rêber Apo jî got 'Rêxistina xwe xurt bikin. Armanc û felsefeya xwe xurt bikin. Mafê xwe yê demokratîk biparêzin. Bi vî avayî hûn dikarin dengê xwe bilind bikin." 
 
'BERXWEDANA ZINDANAN DERIYÊ ÎMRALIYÊ VEKIR' 
 
Yagiz, destnîşan kir ku ew vê yekê wekî encam nagirin dest û wiha lê zêde kir: "Daxwaza Rêber Apo ji bo me jiyanê disekinîne. Ne hedê me ye ku em bêjin em çalakiyê bi dawî nakin. Ji bo me ferman e. Vê berxwedana zindanan û derve deriyê Îmraliyê û deriyê çareseriyê vekir. Deriyê demorasiyê, deriyê aştiya nava Rojhilata Navîn vekir. Mînaka Gandî da. Got me rê vekir dest bi meşê bikin. Got rêxistina xwe xurt bikin. Ranewestin. Ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên bindest ev peyam da. Ji bo gelê Tirkiye, gelê Ereb, gelê Laz, gelê Çerkez û hemû gelên din ev peyam da. Nêzî 3 hezar hevalên me bi ruhekî fedaî di çalakiyê de bûn. Li gel tenduristiya wan di xeteriyê de bû jî heta banga Rêber Ocalan çalakiya xwe berdewam kirin. Roja ewil jî me got 'Tu hêz nikare me bide rawestandin. Heta em bi ser nekevin û em encam nestinin tu hêz me nasekinîne. Me got yê vê çalakiyê bide sekinandin Rêber Apo ye. Em sekna Rêber Apo ya aştiyane û çareseriyê ji roja PKK Hatiye avakirin heta niha dizanin. Ji agirbestên yek alî heta niha nas dikin. 
 
'PERGALA KAPÎTALÎZMÊ NASEKINE HÛN JÎ NESEKININ' 
 
Yagiz, da zanin ku Ocalan di hevdîtinên xwe yên 2013'an de ev roj ditibû û hêj wê rojê got nesekinin, amadekariyên xwe bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Hêj wê demê got "Nesekinin. Xwe bi rêxistin bikin. Pêş bixin. Pegala Kapîtalîzmê nasekine. Hûn jî nesekinin. Ji gel re got rêxistinên xwe betir xurt bikin. Vê çalakiyê hevî û baweriyek pir mezin da gel. Dema Birêz Ocalan ev peyam şand me ev hevî di gel de dît. Hêvî û baweriyek herî mezin di me de ava kir. Dema hevdîtin dihatin kirin wê demê ne esker û ne jî gerîla jiyana xwe ji dest dida. Ji ber vê yekê ropa Ocalan pir mezin e. Ji ber vê yekê dema dîsa hevdîtin bi Ocalan re çêbû heviyek gelek mezin dîsa ava bû. 
 
PIŞTÎ VÊ PÊVAJOYÊ EM RÛNIŞTINÊ QEBÛL BIKIN JÎ GELÊ ME ÊDÎ QEBÛL NAKE
 
Nasir Yagiz, bal kişand ser bandora hevdîtina bi Ocalan re jî û wiha lê zede kir: "Ji vê saetê û şûnde em êdî rûniştinê qebûl bikin ji gelê me rûniştinê qebûl nake. Ji ber ku dayikên me dît, di rewşa herî qerab de zarokên wan helwesta xwe û biryardayîna xwe nîşan da. Ji ber ve yekê dayikan jî piştgirî dan wan. Dayikên kurd jî bi vê berxwedana xwe nîşan dan ku êdî destûr nadin ku zarokên wan carek din têkevin çalakiye wisa û ew ê li şûna zarokên xwe têkevin nava çalakiyan. Gelê kurd dît ku berxwedan hebe serkeftin ji heye û baweriya wî zêdetir kir. 
 
'GER KU GELÊ KURD BI YEKDESTÎ TEV BIGERE NE DEWLETA TIRK, DEWLETÊ CÎHANÊ JÎ NIKER KURDAN TÊK BIBE'
 
Nasir Yagiz, herî dawî bal kişand ser biryar, rêxistin û yekîtiya gelê kurd û wiha bi dawî kir: "Ev jî nîşan dide ku tu hêz nikare li pêş rêxistinbûna kurd raweste. Dewlet bi tang û topên xwe nikare hêza gelê kurd bişkîne. Emê bi vê berxwedanê rêya xwe jî û rêya gelê tirk jî vekin. Em niha gavek din bi pêşve çûne. Çi dibe bila bibe emê dawî li îktîdara Erdogan bînin. Emê hemû hêzên ku aştî, demokrasî û wekheviye dixwazin li Tirkiye hêj xurttir bikin. Bêtir bi rêxistin bikin. Daxwaza Rêber Ocalan a herî mezin Tirkiyeyek demokratîk û Kurdistanek Azad e. Şoreşgeren Tirkiye jî dibêjin Tirkiyeyek Serbixwe û Kurdistanek Azad. Emê têkoşîna xwe û xebatên xwe xurttir bikin. 
 
Ez di seri de ji ber Heval Leyla ji ber ku ji me re bû çirûsk û ronahî spasiyên xwe yên herî xurt pêşkêşî Heval Leyla û hemû hevalên zindanan dikim. Bejna xwe li ber Heval Leyla û şoreşa wê ditewînim. Bi taybetî 8 hevalên me yên li zindanan xwe veda kirin wan yek bi yek bibîr tînim. Bila gelê me baş zanibe emê bibin şopdarên wan û xeyalên wan zindî bikin. Ez slavên xwe li hevalên Strasbourg, Başûr, Bakur û hemû hevalên berxwedêr dikim. Heta Reber Ocalan azad nebe Tirkiye demokratîk nabe. Xebatên me hêj nû dest pê dikin. Ji niha û şûnde ezê ji bo yekitiya gelê Kurd têbikoşim." 
 
MA / Mehmet Alî Ertaş 
 
 
 
 

Sernavên din

07/06/2019
16:25 Di ser cînayeta Hafiz Akdemîr re 27 sal borîn lê...
15:59 Aktaş: S-400 li serê Tirkiyeyê bû bela
15:54 Pirtûka ‘Bênder’ a Dîba Keskîn hat nasandin
15:07 Jinên ÎHD'î dê biçin Xalfetiyê
15:05 Buldan: Em ê di 23'ê Hezîranê de carek din bi ser bikevin
13:39 Li Rihayê mizgefta ku Yildirim lê nimêj bike dorpêç kirin
13:09 Li Heskifê di roja Çalakiya Kurevî de hilweşîn didome
12:17 350 dolar pêşniyarî kesên Wezîrê Dadê Gul guhdar bikin kirin
12:16 Gundiyên Xelîfan ku dibin hedefa êrîşan: Jiyana me di bin talûkeyê de ye
11:48 Li kampa penaberan 400 kes bi jana zirav ketin
11:45 Wezîrê Perwerdehiyê yê Îranê îstîfa kir
11:11 Li 3 kesên ku şilêran berhev kirin 180 hezar ceza hat birîn
11:10 Li Pirsûsê zarokek qeniqî
11:06 Ocalan: Dewleta Tirkiye bi polîtîkayên înkar û îmhayê encam nagire
10:30 Temellî: Bîra gel teze ye bi gotina Kurdistanê deng nade we
10:10 HDP: Hilbijartina 7'ê Hezîranê nehata betalkirin hilbijartina Stenbol betal nedibû
09:19 Farisogûllari: Heke hûn samîmî ne daxwazên Kurdisdtanê bibersivînin
09:15 Berteka ji bo daxistina tabeleyên kurdî: Dixwazin kurdî ji kuçeyan jî biqewirînin
09:14 Tenê dixwazin îşkencekar bên cezakirin
09:11 'Eger kurdî bibe zimanê perwerdehiyê wê bibe yek ji zimanê herî pêşketî yê cîhanê'
09:10 Gelek bazarvanên jin dezgehên xwe girtine
09:09 Di mijara S-400 û F-35'an de wê Enqere çi bike?
09:08 Çûn serdana dîroka 10 hezar salî
09:01 Prof. Dr. Dinçer: Divê li Sûrê banga agahiyan bê avakirin
09:01 'Ocalan rêya xelasiyê ya ji aloziyê nîşan da'
09:00 ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2019'AN
06/06/2019
20:07 Şaredariya Tetwanê jî tabeleya bi kurdî daxist
18:28 Temellî: Guh bidin Ocalan
17:15 Buldan li Qersê got: Em ê di 23’ê Hezîranê de jî dersê bidin wan
16:40 Piştî 4 salan çû Îmraliyê: Heke dikaribim hevdîtinê bînim ziman dê bibe pirtûk
15:43 Li qada seyranê ya Gabarê şewat derket
15:28 Li Amedê di qezayên trafîqê de 16 kes birîndar bûn
15:27 Salar: Şaredarê Bedlîsê pêkanînên qeyûman derbas kir
15:10 Mîhrîcana Zarokan a Sûrê ya di şopa çand û ziman de ye dest pê dike
14:44 Parlamenter Temel: Ev pêvajo ji bo AKP’ê fersendek e
13:42 DMME’yê serlêdana ‘Balyozê’ red kir
13:19 Japonya amadekariya 'navbeykariyê' dike
12:38 Di depoya lojîstîkê de şewat derket
12:14 VÎP'ê ji Îmamoglû re qedexe kirin
12:02 Li Sûdanê hêjmara kuştiyan derket 100 kesan
10:46 Esnaf bi derd e gel jî bê çare ye
10:26 Ji butçeya şaredariyê kamera li dibistanên gundan bi cih kirin
09:15 Mîhrîcana Zarokan a Sûrê dest pê dike
09:14 Ji bo Heskîfê li 35 deveran çalakî
09:12 ‘Li Sûrê UNESCO peywira xwe bi cih nayne, desteya parastinê jî sûc dike'
09:10 Îşkenceya li TEM'a Rihayê li wan hat kirin vegotin
09:08 ‘Berjwendiyên cemaweriyê dewrî şîrketan dikin'
09:06 Jinên bazarvan: Em ne kebanî ne, jinên kedkar in
09:03 Koçberiya masîpankan dest pê kir
09:02 Dozger ji mêrê rûyê hevjîna xwe şewitand re muebbetê xwest
09:00 ROJEVA 6'Ê HEZÎRANA 2019'AN
05/06/2019
20:49 Malbat ji Îmraliyê vegeriyan
19:04 HDP: Em komkujiya 5’ê Hezîranê ji bîr nakin
18:37 Freedom House: Li Tirkiye 150 saziyên çapemeniyê hatin girtin
18:18 Aktivîstên TJA'yê Leyla Guven ziyaret kirin
15:19 Li HDP'ê pîrozbahiya cejnê: Têkoşîna demokrasiyê dê bi dome
14:36 Dr. Kameran Mentik: Divê em li dijî êrîşan xwedî helwestek neteweyî bin
14:36 Partiyên siyasî cejna HDP'ê pîroz kirin: Em bi aştî û heskirinê hev hembêz bikin
14:20 Li Ûgandayê erd xişikî Gelek kes winda ne
13:41 'Heta em ji kapitalizminê rizgar nebin em nikarin xweza û cîhanê rizgar bikin'
13:00 Ciwanên Sîlopiyî çalakiya 'Emê rê nedin fihûşê' li dar xistin
12:46 Dozger biryara beraetê ya Rojnameger Taşkin îtîraz kir
12:08 TIR li maşîne qelibî: 5 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:14 Mamosteya 21 salî ku tayîna wê derneket dawî li jiyana xwe anî
10:37 Balafirên TSK'ê bombebaran kirin: 3 pêşmerge birîndar bûn
10:32 ‘Sûr tenê bi xwediyê xwe yê esil bi wate dibe'
10:00 Komeleya Rosa: Têkoşîna hevpar şerte
09:19 Alozî û rageşiya navbera DYA û Îranê kûr dibe
09:17 Guneş: Nûnertiya HUDA-PAR a li Hewlerê me dixe nava fikaran
09:15 ‘Peyama Ocalan ji bo Rojhilata Navîn bêhn û nexşerêya gelan e'
09:13 Ji ber 'Baxçeyê Gel' dîwarê Sûrê rûxiya
09:11 Meclîsa ÎSÎG a Amedê tê avakirin
09:09 Girtiyê nexweş Engîn 2 sal in nayê tedawîkirin
09:06 ‘Zindanan peywira xwe bi cih anî, dor a me ye'
09:05 ‘Ocalan rêya jiyana bihev re nîşan da'
09:03 Ji ber ji bo grevên birçîbûnê 58 saniye rê girtin der barê wan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:02 Polîs gefan li endamên Meclîsa Ciwana ya HDP'ê dixwin
09:00 ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2019'AN
08:54 Malbat ji bo hevdîtina cejnê ber bi Îmraliyê ve ketin rê
04/06/2019
18:23 Di qezayên betlana Cejna Remezanê de 34 kes mirin 337 kes birîndar bûn
17:44 Bavê ciwanê êzidî: Îro kurê min qetil kirin sibê wê ciwanên din qetil bikin
17:26 Leyla Guven: Dengê Ocalan gihişt me
16:50 Li Xakûrkê agir berdan arazî û ziyaretgehan, gelê herêmê bertek nîşanî eskeran dan
15:21 ‘Muşevîrê Çapemeniya THY'ê, rêveberê şîrketên 40 qeyûman e'
14:47 Dayikên berxwedêr çûn girtîgehê û cejna zarokên xwe pîroz kirin
14:35 Eskerên TSK'ê ciwanekî êzidî kuşt
13:26 Roja cejnê ya ewil beziyan ser gorên zarokên xwe
13:14 30 dolim genim şewitî
12:12 ÎHD'ê: Pêwiste jinên girtî yên tenduristiya wan xerab bên dermankirin
11:36 Di ser êrîşa li dijî mîtînga 'Mirovahiya Mezin' re 4 sal barîn
11:10 Di serdanên goran de hêviyên ‘çareseriyê’
10:54 ‘Vedat Aydin tu carî teslîm nebû’
10:51 Ji HDP'ê peyama Cejna Remezanê
10:33 Mêr li Tarsusê jinek kuşt
10:27 Li Xakurkê çi dibe?
10:19 Ji ber deynan întîxar kir
10:09 Berî serdana Soylû bi zorê al bi dikanan ve kirin
09:56 ÎRA: 157 rojnameger cejnê li girtîgehan pêşwazî dikin
09:52 Di cejnê de jî goristan hilweşandin
09:14 Nasir: Xebata me hêj nû dest pê dike