ŞIRNEX - Li ser daxwaza Walîtiya Şirnexê, Wezareta Karên Navxweyî endamê Meclîsa Giştî ya Bajêr Alî Akdenîz ê HDP'î ku berî hilbijartinê hatibû girtin ji peywirê hat dûrxistin.
Li Cizîra Şirnexê, di hilbijartina 31'ê Adarê de Alî Akdenîz ê HDP'Î wekî endamê Meclîsa Giştî ya Bajêr hatibû hilbijartin. Akdenîz, di 23'yê Adarê de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin.
Demek berê Walîtiya Şirnexê, bi hinceta Akdenîz bi "endamtiya rêxistinê" hatiye girtin ji Wezareta Karên navxweyî xwestibû Akdenîz ji peywirê bê girtin. Li ser vê wezaretê Akdenîz ji peywirê girt.
'NAYÊ QEBÛLKIRIN'
Serokê Meclîsa Giştî ya Bajêr Cevher Findik ê HDP'î, bi bîr xist ku Akdenîz girtîbû lê belê YSK'ê namzet dayê. Findik, diyar kir ku walîtî bi înîsyatîfa xwe tev geriyaye û tiştekî wisa kiriye, lê belê ev yek bi tu awayî nayê qebûlkirin.
Piştî hilbijartina 31'ê Adarê endamê Meclîsa Giştî ya Bajêr Selahattîn Barinç ê HDP'î jî bi hinceta bi KHK'ê hatiye îxrackirin YSK'ê mazbata nedabûyê.