ŞIRNEX – Operasyona li Beşebabê û herêma Katoyê hatiye destpêkirin dewam dike, hat diyarkirin ku goristan bi tevahî hatiye rûxandin, li cihê mescîdê qereqol hatiye avakirin.
Ji 18 Nîsanê vir ve li navçeya Beşebaba Şirnexê û li herêma Kadoyê operasyona leşkerî dewam dike. Cerdevanên li herêmê jî piştgiriyê didin operasyonê û ji leşkeran re rênasiyê dikin. Li herêmê dem bi dem şer jî diqewimin, ji bo maşîneyên leşkerî rê jî tên çêkirin. Hat gotin ku li herêmê qereqolên nû tên avakirin û amadekariyên ji bo baregeha leşkerî dewam dike. Çavkaniyên herêmî der barê operasyonê de agahî dan, aşkera kirin ku leşker li herêmê nikarin bi pêşve biçin.
MESCÎD RÛXANDIN LI CIHÊ WÊ QEREQOL ÇÊKIRIN
Çavkaniyên herêmî destnîşan kirin ku çêkirina qereqola nû dewam dike û qereqol li ber "Şehîdgeha Şehîd Kurtay Feraşîn" tê avakirin. Şehîdgeh li Zozanê Meydan Kolyayê ye, mehên borî leşker bi kepçeyê çûbûn herêmê û goristan rûxandibûn, cihê mescîdê qereqol avakiribûn.
Çavkaniyan piştrast kir ku di 14'ê Mijdara 2015'an de goristan hatiye bombekirin û bi tevahî rûxandine.