EDENE - Berdevka Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'a Edeneyê Parêzer Zelal Demîray, destnîşan kir ku girtî giş bi awayekû kelemçekirî sewqî nexweşxaneyan hatine kirin û heqaret li wan hatiye kirin.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komelaya Mafên Mirovan (ÎHD) a Edeneyê, piştî bidawîbûna grevên birçîbûnê çû Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler, Girtîgeha Tîpa M a Ceyhanê û Girtîgeha Jimare 2 a Tîpa T a Osmaniyeyê û raporek amade kir. Berdevka komîsyonê Parêzer Zelal Demîray, ÎHD, Komeleya Hiqûqnasên hevdem (ÇHD) a bi KHK'ê hat girtin û Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Baroya Amedê hevdîtin bi girtiyên di greva birçîbûnê de pêk anîn. Demîray, anî ziman wan rapora xwe bi raya giştî re parve kiriye û got, li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê 10, li Girtîgeha Tîpa M a Ceyhanê 8 girtî di 27'ê Gulanê de; li Girtîgeha Jimare 2 a Tîpa T a Osmaniyeyê jî 40 girtî di 27'ê Gulanê de bi awayekî sêkomî sewqî nexweşxaneyan hatine kirin.
'GIRTÎ HEMÛ SEWQÎ NEXWEŞXANEYÊ HATIN KIRIN'
Demîray, diyar kir ku Yekîtiya Bijîşkan "Algorîtmaya Hêsan a Pêşniyarên Tedawîkirina Piştî Bidawîbûan Grevên Birçîbûnê" ragihandiye rêxistinên civaka sivîl, îdareyên girtîgehan, bijîşkên li revîran, Wezareta Dadê û Wezareta Tenduristiyê û wan jî hevdîtin bi dozgeriyan re pêk aniye. Demîray, got: "Girtî bi wesayîtên rîngê birine nexweşxaneyan. Girtî hemû sewqî enxweşxaneyê hatine kirin. Ji bo der barê pêvajoya tê de derbas bûne çend roj berê me careke din hevdîtin bi gritiyan re pêk anî. Di van hevdîtinan de hat gotin ku li gitîgehan cendirme û karmendên tenduristiyê mafên girtiyan binpê kiriye."
Demîray, da zanîn ku 11 girtiyên di 29'ê Gulanê de ji Girtîgeha Jimare 2'yan a Tîpa T a Osmaniyeyê sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Osmaniyeyê hatine kirin, hemşîreyên li nexweşxaneyê heqaret li wan kirine û ji girtiyan re gotine: "Ji bo tedawiyê van kûçikan tînin vira. Divê ji dêvla vira bibin cem beytar." Demîray, got: "her wiha heman hemşîre wexta nimûneya xwînê digire, deriziyê bi hêla di canê girtiyan re radike û ji ber vê milê girtiyan reş bûye. Bi hinceta dibe 'êrîş bikin' kelemçe venekirine û di dema girtina xwînê de jî kelemçe nehatine vekirin. Halbûkî bijîşk û peywirdarên tenduristiyê, sûcê girtiyan çi dibe bila bibe divê li gort sonda Hîpokratê û peymanên navnetewî tev bigerin. Di van peymanan de tê gotin ' Divê girtî bi awayekî kelemçekirî neyên muayenekirin. Divê muayene di bin nezareta peywirdarên ewlehiyê de neyê kirin.' Nexasim jî bijîşkên li gor van hikman tev nagerin divê li gor hikmên TCK'ê bi 'ji ber peywira xwe xirab bi xih aniye' û 'ji ber peywir îhmal kiriye' bên tawanbarkirin. Em ê hemşîreya navbirî gilî bikin."
Demîray, destnîşan kir ku di 27'ê Gulanê de dema girtiyên Girtîgeha Tîpa M a Ceyhanê sewqî enxweşxaneyê hatine kirin cendirmeyan bi darê zorê xwestiye li hundurê devê wan binere û ew derb kirine û got: "Bi zor devê girtiyan vekirine û bi vî awayî ew birine nexweşxaneyê. Piştî girtiyan li rîngê siwar dikin cendirme sirûdên nîjadperetiyî lê dixin û li wan didin. Ji ber devê girtiyan bi zorê hatiye vekirin, devê hin girtiyan çiriyaye û birîn bûne. Ji ber derbkirinê mil, çong û destên girtiyan eciqiye û reş bûne." Demîray, bilêv kir ku ji ber van pêkanînan hevdîtin bi îdareya girtîgehê re pêk anîne, lê belê îdareyê gotiye "erkek me yî ku em mudaxileyî cendirmeyan bikin tune ye."
'TEDAWIYEKE SÛKÎ'
Demîray, destnîşan kir ku girtî hemû bi awayekî kelemçekirî sewqî nexweşxaneyan hatine kirin û bi awayekî kelemçekirî xwîn ji wan hatiye girtin û piştî tehlîlan ew birine girtîgehê. Demîray, got: "Me hevdîtin bi girtiyên li Girtîgeha Jimare 2 a Tîpa T a Osmaniyeyê re çêkirin. Girtiyan, got, bi awayekî sûkî hatine muayenekirin, du deqeyan jî li cem bijîşk nemane û bijîşkan guh nedaye girtiyan ku nexweşînên xwe bêjin. Piştî vê muayeneya sûkî cendirme ew derxistine û li nexweşxaneyê tu serom li girtiyan nexistine." Demîray, anî ziman ku niha li girtîgehê girtiyên ku nexweşîneke wan a giran hebe tune ye.
LÎSTEYA DIYETÊ
Demîray, anî ziman ku li Girtîgeha Tîpa M a Ceyhanê girtiyan xwestiye kelemçeya wan bê vekirin lê belê bijîşk û cendirmeyan guh nedaye wan û got: "Ji bo girtiyan girteka 'tedawî qebûl nekirine' hatiye nivîsandin û bêyî bên muayenekirin wan şandine girtîgehê. Tenê kelemçeya Şahîn Tan û Omer Tolûk hatiye vekirin û hatine muayenekirin û nîv serom li wan hatiye xistin û paşê ew birine girtîgehê. Di 30-31'ê Gulanê de bijîşkê girtîgehê tansiyon û kîloya girtiyan kontrol kirine û piştî greva birçîbûnê vexwarineke wek mamayê dane wan. Niha li gor lîsteya diyetê ya Odeya Bijîşkan tev digere."
BILA LÊPIRSÎN BÊN DESTPÊKIRIN
Demîray, got: "Li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê, piştî sewqkirina bi rîngê girtî li nexweşxaneyê nehatine razandin, serom li wan nehatiye xistin, tenê xwîna wan hatiye girtin. Paşê lîsteya diyetê hatiye dayîn. Mama û vîtamîn dane wan." Demîray, destnîşan kir ku nexasim ji ber pêkanînên cendirmeyan û îdareya girtîgehê divê der barê peywirdaran de lêpirsînên îdarî û cezayî bên destpêkirin û ew ê ji bo vê serlêdanê pêk bînin.
MA / Hamdullah Kesen