RIHA - Baroya Rihayê piştî îşkenceya li navçeya li Gundê Derto ya Xelfetî ya Rihayê raporek weşand. Baroyê diyar kir ku ji sala 2015’an û vir ve bi rêk û pêk îşkenceyê li welatiyan dikin.
Baroya Rihayê, têkildarî îşkenceya piştî şerê 18’ê Gulanê li Gundê Derto ya navçeya Xelfetî ya Rihayê ku esker û polîsên tîmên taybet li dijî welatiyan kiribûn, raporek weşand. Serokê Baroyê Abdullah Oncel bal kişand ser îşkenceya li Şaxa TEM’ê ya piştî paketa Serokkomar Erdogan a ‘reforma darazê’ û şûnde pêk hatiye û wiha got: “Di demekê de ku serxwebûna darazê li bin lingan e, helwesta dadgeh û darazê ya li hemberî êşkenceya li Rihayê nîşaneya herî vekirî ya neserbixwebûna darazê ye.” Piştre rapor li Navenda Mafê Mirovan a Baroya Rihayê parve kirin. Piştî şerê li Xelfetiyê 51 kes li navçeya Xelfetî û Hewêgê binçav kiribûn û li dijî mirovahiyê îşkenceyek giran kiribûn. Baroyê destnîşan kir ku bûyer û îşkenceyên li Midûriyeta Polîsan Rihayê hate kirin nayê qebûlkirin û got: “Ji sala 2015’an û vir ve li bajarê me êşkenceyeke bi awayê sîstematîk di dewrê de ye.”
Di raporê de tê ragihandin ku sîstematîkbûna êşkenceya heyî ji 22’yê Tîrmeha 2015’an a li Serêkaniyê bi kuştina 2 polîsan û şûnde destgîrkirin destpê kirine. Di raporê de têkildarî lêkolînên dawî yên li Taxa Dergîlî ev tişt hatin gotin; “Hem daxuyaniyên welatiyên gund û mexdûrên ku dema destgîrkirinê de muameleya xiran li wan hatin kirin, ji ber tîm û wesayîtên sivîl ên li gund digerin û nuqteyên kontrolê reşwekî bi tirs û rageşî heye. Kesên hatine berdan ragihandin ku nikarin li malên xwe jî bimînin. Şopên xwînê yên li diwarên baxçeyê, yên li gel wê ji aliyê hemû heyetên ve hate çavdêr kirin. Mexdur G. A dema qala tiştên jiyane dike hê jî çavê wî tijî girî dibe û bi israrî ragihand ku tiştên bûyî heq nekirine. Hem tiştên bixwe jiyane û tiştên bûye şahidiya wê bi berfirehî gotiye.”
Di raporê de bi taybet ev testpît balê dikêşe; “Li ser serlêdana 51 xizmên mexdur/ mexduran ên li Navendên Mafên Mirovan a Baroya Rihayê, hevdîtina raste rast, raporên elî, vegotinên berfirehî, çavdêrî û lêkolînan; kesên hatine binçav kirin êşkence û muameyelya xirab li wan hatiye kirin.”