AMED – Endam û rêveberên HDP'ê yên navçe û bajar ên Amedê bi minasebeta Cejna Remezanê li goristanan gorên kesên di têkoşîna aştî, demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane ziyaret kirin.
Endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên navçeya Peyas, Sûr, Rêzan, Bajarê Nû, Licê, Pîran, Gêl û Amedê, bi minasebeta Cejna Remezanê li Goristana Sîsê ya Navçeya Licê û Goristana Pirêjman a Navçeya Pîranê gorên kesên di tekoşîna aştî, demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane ziyaret kirin. Di ziyaretê de parlementerên HDP’ê yên Amedê Remziye Tosûn û Saliha Aydenîz, rêveberen Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), aktîvîstên Tevgera Jinên Azad(TJA), Komeleya Çand û Yekîtiya Piştevanî û Alikariyê ya Malbatên Xizmên Xwe li Derguşa Şaristaniyê Windakirine (MEBYA-DER) û gelek welatî amade bûn. Di seredana Goristana Sîsê de dua xwendin û ji bo kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin. Piştre Parlementera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûn dest nîşan kir ku êrîşa li dijî goristanê wehşete û wiha axivî: “Em û malbat her sal tên Goristana gundê Sîsê. Sala par em hatin bombe kiribûn. Bi çi armance bombe kiribûn diyar e. Îsal jî zêdetir tehrîb kirine û zêdetir xera kirine. Ev wehşeteke mezin e. Ev êrîşên hatine kirin ne tehemmulkirina desthilatdarane. Dibêjin em herin mizgeftan. Lê îro mizgefta di nava goristanê de jî bombe kirine. Qala ol û pêxemberan dikin. Lê mizgeft û goristanê xera dikin. Em bawer in ku îro Hz Muhammed sax bûya wê serî rakiriba li hemberî vê wehşetê û bigota ev ne ummeta min e. Çi bibe bila bibe tu reng û tu dengî ev zilm heq nekiriye. Ji bo goristana em mehcubin û nikarin tiştekî jî bêjin. Bangî gel dikim ku em dest bidin hev û li goristanên xwe xwedî derkevin. Em xemgîn in.” Tosûn heri dawî cejna malbatan piroz kir.
Heyeta HDP'ê û malbatan piştre li Goristana Pirêjman a Pîranê gor ziyaret kirin. Li vir jî qurnefil danîn û dua kirin. Parlementera HDP'ê ya Amedê Saliha Aydenîz û Hevseroka HDP’ê ya Bajarê Amedê Hulya Alokmen jî axivîn û kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anîn. Soza berdewama tekoşînawan da û cejna malbatan pîroz kirin.