WAN - Welatiyên li Wanê ji bo amadekariyên cejnê derketin bazarê, ji be krîza aborî û buhabûnê bêyî ku tiştekî bistînin dîsa vegeriyan malên xwe. Welatiyan anîn ziman ku nikarin di cejnê de jî cilan ji zarokên xwe re bistînin û gotin: "Me xwest ev cej ni dava aştî û aramiyê de pêş bikeve. Lê niha ne aştî, ne aramî û ne pere heye."
Li Wanê welatiyên ku derketin sûkê û xwestin ji bo Cejna Remezanê alavan bistînin, ji ber krîza aborî û buhabûnê dest vala vegeriyan malê. Welatiyên ku dest vala vegeriyan malê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivîn.
Karkerê înşaetê Veysel Şingar, diyar kir ku ji bo pêdiviyên cejnê bistîne daket bazarê, pere deyn kirin û wiha got: "Malbata me 5 kes in. Ez û birayê xwe karê înşaetê dikin û debara malbate dikin. Lê her dem kar tune ye. Ji ber kar tune pere jî tune û me tu amadekariya cejnê nekir. Em hevî dikin ku ji niha û şûnde her tişt baş be. Me şekir û cilên cejnê jî nekirîn.
LI TIRKIYE BETALÎ Û XIZANÎ HER DIÇE ZÊDE DIBE
Welatî Vahdettin Temizaltin jî helwesta hikûmetê rexne kir û wiha got: "Hikûmet her dem dibêje wê baş bibe. Lê hemû daxuyaniyên wan derew in. Li vî welatî yên aboriya wan baş tenê yên li meclîsê ne. Kêfa wan li cih e. Îro telîsê arvan bi 100 TL ye. Em kar dikin lê dîsa em nikarin debara xwe bikin. Heta niha min krîzek wisa nedîtiye. Li Tirkiye betalî û xizanî her diçe zêde dibe. Em nikarin pêdiviyên xwe yên cejnê jî bistînin. Ez û zarokên xwe derketin bazarê. Lê min nekarîbû pêdiviyên cejnê ji wan re bistînim."
Welati Alaattin Işik jî anî ziman ku her çend li bazarê zindîbûnek heye jî lê ji ber her tişt buha ye û krîza aborî heye kes nikare tiştekî bistîne. Welatî Kibar Dara anî ziman ku nifûsa mala wan 10 kes in û wiha got: "Aboriya me pir xerab e. Min cilekî bi 40 TL jî nekirî. Berê min 15-10 kilo şekir dikirî. Lê niha 5 kilo şekir dikirim. Welatiyên ku li malê nikarin xwarin bikirin hene. Wê çawa şekir bistînin?"