AMED - Polîsên serê sibê çûn mala Rojnameger Nurcan Baysal, ew li malê binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Amedê. Piştî Baysal sewqi dozgeriyê kirin û îfadeya wê girtin serbest berdan.
Polîsên serê sibê çûn mala Rojnameger Nurcan Baysal, ew binçav kirin. Polîsên ku Baysal binçav kirin birin Midûriyeta Polîsan a Amedê. Piştî lêpirsîna Baysal a Midûriyeta Polîsan bi dawî bû sewqî dozgeriyê kirin. Baysal, piştî li dozgeriyê îfade da serbest hat berdan. Parêzera Baysal Reyhan Yalçındağ Baydemir, diyar kir ku Baysal ji ber xebatên KCD'ê û Enstîtuya Lêkolîna Civakî û siyasî (DİSA) bi îdîaya “endamtiya Rêxistinê" hatibû binçavkirin.