MÊRDÎN - Li herêma di navbera Hezex, Kerboran û Midyadê de, bi hinceta "Ewlehiyê" bi hezaran dar hatin birîn, cerdevan van daran difroşin bazirganan. Hat diyarkirin ku rezên tiriyên sûriyaniyan jî hatine birîn.
Li çoltara bajaroka Dêywanê û mezraya Xirbê Keryanê, berî hefteyekî leşker û cerdevanan bi hezaran dar birîn. Ev herêmên ku girêdayî navçeya Kerboranê ya Mêrdînê ye, bi mehan e li wir bi hinceta "Ewlehiyê" operasyon hene û bax û baxçeyên gundiyan tê talankirin. Hat aşkerakirin ku li ser qada 200 donimî, bi hezaran dar hatine birîn.
Çoltarê berî 3 salan wekî "Herêma Ewlehiya Taybet" hat îlankirin û bi hezaran darên fêkiyan ên li ser erdê tapûkirî bû, bi destê leşker û cerdevanan hatin jêkirin. Welatiyan piştrast kir ku darên wan piştî hatin birîn, bi kamyonan birin bajarên derûdorê û firotine bazirganan.
HETA BAGOKÊ DEWAM DIKE
Li gorî agahiyan li qadeke berfireh dar tên birîn û birîna daran herêmên di navbera navçeya Midyada Mêrdînê û Hezexa Şirnexê ye. Herêmên ku bi heman rewşê re rû bi rû ne, li tevahiya qadê çiqas dar hatine birîn nayê zanîn. Dîsa tê gotin ku li Çiyayê Bagokê yê di navbera Midyad û Nisêbînê de jî cerdevan daran dibirin.
REZÊN SÛRIYANIYAN BIRÎN
Welatiyê bi navê Saît Tatli derbirî ku ew koçerên wan herêmên ku dar lê hatine birîn in, aşkara kir ku rezên aydê sûriyaniyan jî hatine jêkirin. Tatli destnîşan kir ku darên li nêzî qereqolê û gundên ku cerdevan lê dimînin, hatine birîn û van daran li Midyadê difroşin bazirganan. Tatli diyar kir ku ew çûne qereqolê û gilî kirine, lê bersiva "Em nikarin tiştekî bikin" dane wan.