AMED - Endamê Konseya Navendî ya TTB'ê Halis Yerlikaya, diyar kir ku piştî greva birçîbûnê bi dawî bû, diviya bû kesên di greva birçîbûnê de sewqî nexweşxaneye kiribûna, lê kesên çalakiya xwe bi dawî kirin, piştî çalakiyê ew sewq nekirine. Yerlîkaya, xwest hem çalakgerên ketibûn grevê û hem jî rêveberiya girtîgehê der barê xwarin û vexwarinê de li gorî algoritmaya TTB'ê tev bigerin û li hişyariyên wan baldar bibin.
Piştî Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan piştî 8 salan di 2'ê Gulanê û 22'ê Gulanê de bi Ocalan re hevdîtin kirin, parêzeran di 26'ê Gulanê de peyama Ocalan bi raya giştî re parve kir û daxwaza Ocalan a ku çalakger dest ji çalakiya grevê berdin aşkere kir. Piştî Ocalan xwest çalakger dawî li çalakiya xwe bînin di 26'ê Gulanê de, di serî de Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û bi hezaran çalakgerên li derve û girtîgehê daxuyanî dan ku dawî li çalakiya xwe tînin. Piştî çalakiyan dawî li çalakiyê anîn 38 girtiyên li Girtîgeha Tîpa D a Amedê û Girtîgeha Jinan rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazi Yaşargil û derman kirin. Girtî piştî tedawiyê bi maşîneyên ringê yên girtîgehê dîsa şandin girtîgehê. Gelek girtiyên di grevê de jî piştî dawî li çalakiyê anîn jî sewqî nexweşxaneyan nehatin kirin. Endamê Konseya Navendî ya TTB'ê Halis Yerlikaya, têkildarî mijarê anî ziman ku piştî çalakiyê gelek girtî sewq nekirine. Yerlîkaya, xwest hem çalakgerên ketibûn grevê û hem jî rêveberiya girtîgehê der barê xwarin û vexwarinê de li gorî algoritmaya TTB'ê tev bigerin û li hişyariyên wan baldar bibin.
Yerlikaya, destnîşan kir ku girtî piştî bi rêya dev (oral) dest bi xwarin û vexwarinê bikin divê rêveberiya girtîgehê jî li xwarina wan baldar bibe. Yerlikaya, destnîşan kir ku çalakiya greva birçîbûnê yek ji rêbaza lêgerîn û daxwaza mafan e û wiha got: "Çalakiya greva birçîbûnê rîskek mezin li ser tenduristiya girtiyan didin avakirin. Piştî rojiya mirinê rîsta nexweşî bi wan re çê bibe zêdetir bû. Çalakgeran pişti dawî li çalakiya xwe anî divê xwarin û vexwarinê li gorî bernameyekê bixwîn û vexwin. Ji bo çalakgerên demek dirêj di grevê de li ser tenduristiya wan bandorek neyînî pêş nekeve divê divê xwarina xwe baldar bin. Me ji bo wan algoritmayek taybet amade kir. Divê hem rêveberiya girtîgehê li gorî vê yekê xwarinê derxe û hem jî girtî li gorî vê algoritmayê li xwarina xwe baldar bibin. Di vê miarêde cerebeyên cîhanê û welatê me gelek zêde ne. Em di demên borî de rastî gelek pirsgirêk û rîskan hatin. Ji bo ev rîst û pirsgirêk dubare pêş nekevin divê rêveberiya girtîgehê li gori vê yekê tev bigere."
BI KELEPÇEYÊ DIXWAZIN GIRTIYAN MUAYINÊ BIKIN
Yerlikaya, destnîşan kir dema girtiyan sewqî nexweşxaneyan dikin gelek pirsgirêk pêş dikevin û wiha bi dawî kir: "Girtiyên ketin grevê pir kilo dan û li hemberî enfeksiyonan pir hasas in. Li gelek girtîgehan girtî tevî kelepçeyan sewq kirin. Girtî li Amedê dema rakirin nexweşxaneyê derb kirin. Dîsa li Tarsusê bi rîngê birin nexweşxaneyan. Nêzî 6-8 saetan di maşîna rîngê de hiştin. Em vê yekê dizanin. E pirsgirêkên gelek mezin in. Li Girtîgeha Patnosê yên ketibûn rojiya mirinê piştî dawî li çalakiya xwe anîn sewqî nexweşxaneyê nekirin. Li nêzî 90 girtîgehên li Tirkiye bi hezaran girtî di grevê de bûn. Gelek ji wan rastî heman pirsgirêkan hatin. Em dizanin ku gelek girtî piştî tatkik kirin dîsa şandin girtîgehê û nehatin dermankirin. Di pêvajoya greva birçîbûnê de gelek binpêkirina mafan pêş ket. Gelek girtî sewqî nexweşxaneyan nekirin. Tedawiya çalakgerên di greva birçîbûnê de di nava 10 rojan de bi dawî nabe. Divê ev çalakiya wekî ji bo kesek demdirêj di grevê de ye bê nirxandin. Divê ev çalakgerên ketine grevê ji mehê carekê, 6 mehan carekê û dem bi dem bên şopandin û kontrolkirin. Ger ku çalakger kêmî 14 rojan di grevê de be zêde pirsgrêk çênabe. Lê di navbera 15-28 rojan de be, divê di bin kontrola bijîşk de xwarin û vexwarinê bixwe. Dîsa kesên ji sedî 10 kîlo winda kir divê li klinigê bê razandin û dermankirin. Divê di destpekê de 10 kilo/calorî xwarin û vexwarin bixwe û piştre her roj 5 kalori/kg/ li rêjeyê bê zêdekirin. Divê li gorî menûya ku me diyar kiriye tev bigerin."