ŞIRNEX - Li Cizîrê, di çend mehên dawî de, nêzî 3 hezar jimêrekên avê hatin dizîn. Rayedarên Şaredariyê, diyar kirin ku ewê derbarê kesên têkildarî xordefiroşên van jimêrekan dikirin de, dê serî li rêyên hiqûqî bibin.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, bi hezaran welatî, serê wan bi dizîna jimêrekên avê re ketiye derdê. Li bajêr kesên nasnayên wan ne diyar, bi hezaran jimêrekên avê yên mala dizin. Bi taybetî li taxên ku loşman lê zêdene, herî zêde jimêrek tên dizîn û kesên vî karî dikin jî, hîna nayê zanîn kîne.
XORDEFIROŞAN SAET KIRÎN
Derket holê ku hin jimêrekên hatibûn dizîn, di rojên derbas bûyî de, li gel hin xordefiroşan hatin dîtin. Ekîbên girêdayî şaredariyê, dest danîn ser saetên hatibûn dizîn. Xordefiroşan, diyar kirin ku hin kesan ev jimêrek dane wan û bi vî awayî xwe parastin.
WELATÎ BI ROJAN BÊ AV DIMÎNIN
Rayedarên şarêdariyê derbarê mijarê de, ragihandin ku di mehên dawî nêzî 3 hezar jimêrek hatine dizîn û ji bo vê welatiyan serî li wan dane. Rayedarên şaredariyê dan zanîn ku kesên van jimêrekan didizin, bi pareyek kêm difiroşin, xordefiroşan û hîna jî ev bûyera diziyê dewam dike.
Raydaran, dest nîşan kirin ku ji ber dizîna jimêrekan welatî bi rojan bêav dimînin, mexdûre dibin û wiha gotin: “Emê derbarê xordefiroşên van jimêrekên avê dikirin de, serî li rêyên hiqûqî bibin.”