ÎZMÎR - AYM'ê civîna biryara der barê Akademisyen Aydin Ari yê bi sedema deklerasyona aştiyê ya "Em nabin şirîkê vî sûcî" ew îxrac kirin, bi hinceta "nerîna" ji Wezareta Dadê xwestin nehatiye taloq kir. Ari, anî ziman ku taloqkirina civînê pirsgirêkek pir cîddî ye û wiha got: “Tu sedema ku AYM pêdivî bi nerîna Wezaretê bibîne tune ye."
Bi sedan akademîsyenên deklerasyona aştiyê ya "Em nabin şirîkê vî sûcî" îmze kirin hatin îxrackirin û der barê wan de doz hat vekirin. Ji akademîsyenên hatin îxrackirin jê 10 akademisyenan serlêdana tekakesî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) dan. Lê AYM'ê jî der barê akademîsyenan de nerîn ji Wezareta Dadê xwest. AYM'ê bi hinceta "Nerîna" Wezareta Dadê nehatiye civîna biryarê ya der barê akamedîsyenan de taloq kir. Akademîsyen Aydin Ari yê ji Beşa Îktîsadî ya Zankoya Zanistiyên Îdarî ya Zanîngeha Dokuz Eylul a Îzmirê îxrac bû, biryara AYM'ê nirxand.
NÊZÎ 700 AKADEMÎSYEN HATIN DARIZANDIN
Ari, anî ziman ku heta niha bi hinceta danezana aştiyê îmze kiriye bi sedan akademisyen ketin bin taqîbata dewletê û wiha got: "Heta niha nêzî 700 akademîsyen hatin darizandin. Akademisyenên girtî Fusun Ustel û Tuna Altinel girtî tên darizandin. Mamosteya me Fusun Ustel hat girtin. Nêzî 3 hefte ye girtî ye. Em bi fikarin ku hiqûqa Înfazê pêk nînin. Di vê mijarê de nediyarî heye. Ji ber ku heta niha hiqûq neketiye meriyetê. Dîsa darizandina hevalê me Tuna Altınel didome. Ji ber li Fransa beşdari panelekê bû hat binçavkirin û girtin.
ÇIMA AYM'Ê CIVÎNA BIRYARÊ TALOQ KIR?
Ari, anî ziman ku serlêdanên ji bo AMY'ê berdevam dikin û wiha got: "AYM'ê ji çi Wezareta Dadê pirsî ye ne diyar e. Dadgeha Makeqanûna Bingehîn aşkere kiribû ku çiqas dereng bimîne jî wê heta 29'ê Gulanê biryarê bide. Em li benda biryarê bûn, lê niha bi hinceta wê ji wezaretê parastin bê civîn taloq kir. AYM’ê bi hinceta "Nerîna" Wezareta Dadê nehatiye civîna biryarê taloq kir. Çima AYM pêdivî bi biryara Wezareta Dadê dibîne. Ew bi xwe dikare serlêdanan binirxîne û encam bigire. AYM bi vê biryara taloqkirinê dixwaze demê dirêj bike û me bêtir mijûl bike. AYM'ê li gorî rêbazên hiqûqa gerdûnî û xalên derbasdar ên qanûna bingehîn dikare der barê dosyayê de azadiya îfadeyê heye ya na biryarê bide. Pêdiviya wê bi tu biryar û nerînên cuda tune. Piştî nerîna Wezareta Dadê biçe AMY biryarek çawa bide em nizanin. Li Tirkiye ewlehiya hiqûqê tune ye. Ne tenê ji bo kesên aştî xwestine, ji bo hemû beşên civakê ev derbasdar e. Mirov ji hiqûqa heyî ne razî ne. Em wekî kesên deklerasyona aştiyê îmze kirine jî diyar dikin ku hiqûq ne bi ewle ye. Ji ber vê yekê AYM divê li gorî rêbazên gerdûnî der barê kesên serî li wê dabe de karibe biryarê bistîne."