AMED - Li Bismilê welatiyê bi navê Recep Gunler hevjîna xwe Aysûn Gunler kuşt. Kujer Gunler xwe winda kir.
Li Amedê welatiyê bi navê Recep Gunler hevjîna xwe ya 20 salan Aysûn Gunler kêr kir û kuşt.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin; Li ser Sêrêya Bismilê di wesayîtê de di navbera hevjîn Gunleran de nîqaş derket û şer kirin. Li ser vê yekê Recep Gunler wesayîtê dikişîne qerexê rê û li ber çavên zarokên xwe hevjîna xwe Aysûn Gunler kêr dike dikuje. Gunler cenazeyê hevjîna xwe li qerexê rê dihêle û xwe winda dike.
Li ser agahdariyê cendirmeyên ku hatin cihê bûyerê bi cenazeyê Gunler re rû bi rû man. Piştî vekolînên hatin kirin cendirmeyan cenazeyê Gunler rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çinarê. Paşê cenazeyê Gunler ji bo otopsiyê rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyûbî. Dê piştî otopsiyê cenazeyê Gunler li Goristana Yenîkoyê ya nevçeya Rezan a Amedê bê veşartin.
Jo bo girtina kujer Gunler vekolîn hat destpêkirin.