NAVENDA NÛÇEYAN – Parlamenterê berê yê HDP’ê Sirri Sakik çû Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê û parlamentere berê yê HDP’ê Sirri Sureya Onder ziyaret kir û ji serdanê wêneyek parve kir.
Parlamenterê berê yê HDP’ê Sirri Sakik çû Girtîgeha Jimara 1’an a Tîpa F a ya Kandirayê û endamê Heyeta Îmraliyê û parlamenterê HDP’ê yê berê Sirri Sureya Onder ê 6 meh in girtî ye ziyaret kir. Sakik piştî serdanê wêneyek xwe yê li gel Onder kişandibû li ser hesabê xwe yê Twîtterê parve kir. Sakik bi van gotinan parve kir: “Mixabin bîranenek girtîgehê ye. Li Girtîgeha Kandirayê hevdîtina du Sirriyan. Silavê wî ji bo her kesî hebûn.”