Ji ber deklarasyona çareseriyê der bare Buldan û Uca de fezleke amade kirin

  • rojane
  • 13:09 2 Hezîran 2019
  • |
img
ENQERE - Serdozgeriya Komarê ya Amedê, der barê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan û Parlamentera HDP'ê Feleknas Uca ku beriya hilbijartina 24'ê Hezîranê li Amedê "Deklerasyona Çareseriya Pirsgirêka Kurd" parve kirin de fezleke amade kirin. 
 
Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan û Parlamentera HDP’ê Feleknas Uca de bi hinceta beriya hilbijartina 24'ê Hezîranê li Amedê "Deklerasyona Çareseriya Pirsgirêka Kurd" parve kirin, der barê wan de fezleke amade kir. Li rêxistina HDP'ê ya Amedê di 23'ê Gulana 2018'an de bi kurdî Feleknas Uca û bi Tirkî jî Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan deklerasyon xwendin û bi raya giştî re parve kirin. Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi hinceta Buldan û Uca “Pesnê sûc û sûcdar dane" der barê wan de fezleke amade kir. Serdozgeriya Komarê ya Amedê piştî fezelek amade kir, fezleke ji meclîsê re şand. Dozger di fezlekey3e de parast ku Buldan û Uca beşdarî daxuyaniyê bûne û bi deklarasyona ku xwendine de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di nava cemaweriya neteweyî û navneteweyî de wekî kesekî pir masûm nîşan dane. Dîsa bi vê yekê çalakiyên Rêberê PKK'ê rewa dîtine. Serdozger parast ku li gorî xala 83'an a Qanûna Bingehin der barê 2 wekîlan de destenedayîna wan bê rakirin. 
 
Deklarasyona Kurdî ku Uca xwend wiha ye:
 
"Em xwedî idiayeke mezin in. Em li her qadê çareseriyê ava dikin, çareseriyê pêşniyar dikin û soza çareseriyê didin. Ferqa me ev e. Niha li pêşiya me pirsgirêkeke sedsalî û gelekî mezin heye û em namzetê çareserkirina vê yekê ne û dixwazin li Tirkiyeyê û gelên herêmê aramiyê peyda bikin.
 
Gelê me yê birûmet, ciwanên hêja, dayik, jin û zarokên aştîxwaz… Ji bo pirsgirêka me hemûyan, pirsgirêka Kurd me deklerasyonek amade kir û niha ji bo em vê deklerasyonê bi we re parvekirin û ji bo sozê çareserkirina vê pirsgirêkê bidin em li pêşberî we ne.
 
Li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn, hemû sazî û dezgehên ku siyaset û polîtîkayê dikin, bêguman derbarê pirsgirêka Kurd de gotin û helwesteke wan heye. Ev pirsgirêk pirsgirêkeke girêkoyî û xwedî bandoreke berfireh e. Lê belê nêzîkatiya ji bo vê pirsgirêkê an li ser esasên polîtîkayeke neçareseriyê ya bawerhişk û netewperest an jî wek encama polîtîkayeke înkarê û nehesibandinê derdikeve pêşiya me.
 
Partiya me, di warê pêkhateyên xwe de û zemîna polîtîk ku li ser şax vedaye hem alîgirekî vê pirsgirêkê ye û hem jî, di warê çareserkirina pirsgirêkê de partiya herî bi azmûn û xwedî tecrube ye. Ev yek hem di warê berpirsiyariya dîrokî de barekî giran dide ser milê me, hem jî nîşan dide ku ji bo çareserkirina pêşeroja gelên Tirkiyeyê bi awayekî lezgîn çareserî divê û ev çareserkirin rastiyeke wisa ye ku divê neyê taloqkirin.
 
Xwedûrxistina ji vê pirsgirêkê û xwedîderneketina li wê, tê wateya xwedûrxistina ji pirsgirêkên sereke yên Tirkiyeyê. Di serî de Tirkiye û hêzên herêmê hemû li gorî vê pirsgirêkê helwesta xwe diyar dikin. Îtifaqên hilbijartina ku wê di 24'ê Hezîranê de çêbibe jî, di çarçoveya nêzîkatiya ji bo vê pirsgirêkê de şikil girtine.
 
AKP û MHP, îtifaqa xwe li ser esasên dijberiya Kurdan û demokrasiyê çêkirine û îtifaqa din jî bi nêrîneke ku li hemberî vê pirsgirêkê xwe li nedîtinê datîne tev digere. Lê belê partiya me, ji bo çareserkirina pirsgirêkê îtifaqa hêzên civakiyî ya ehlê gelan, demokrasî û aştiyê esas girtiye.
 
Helbet sedemên dîrokî yên ku pirsgirêka Kurd xurt dikin hene. Lê belê, niha sedema neçareserkirinê nêzîkatiyên tekparêz, înkarê û polîtîkayên şerî ne. Niha kodên genetîk ên pergala antî-demokratîk xwe li ser înkarkirina Kurdan xurt dikin. Îktîdarên ku bi vî awayî dixwazin pergalê bi rê ve bibin, tekane rêya ku serî lê didin kûrkirina pirsgirêka Kurd e. Ev tişt û tercîh, bi xwe re tengayî û ketûmiya xwe jî afirandiye: Her ku pirsgirêka Kurd kûr dibe, pergal dixitime, alozî xwe dide der. Hemû fikrên siyasî yên ku dixwazin hebûna xwe li ser înkarkirina Kurdan ava bikin, taliya talî ji qada siyasetê rabûne û tune bûne. Di dîroka siyasî ya Tirkiyeyê de bê hed û hesab mînakên bi vî rengî hene.
 
Aşkere ye ku heta pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin, di serî de pirsgirêka demokrasiyê û bi giştî jî wê tu pirsgirêkên sereke yên Tirkiyeyê çareser nebin. Tenê tiştên ku çend salên dawî em bi wan re rû bi rû dimînin jî, vê yekê piştrast dikin. Rewşa Awarte, BHQ, tayînkirina qeyûman, şidet, girtin, polîtîkayên xizankirinê, rê û rêbazên îşkenceyê ku niha li tevahiya Tirkiyeyê xwe didin der, destpêkê hemû li ser Kurdan hatin sepandin û paşê li tevahiya Tirkiyeyê berbelav bûn. Îktîdar, her cure daxwazên ji bo mafan, heyîna pirsgirêka Kurd wekî hincet nîşan dide û ji bo alternatîfa çewisandinê ya bi şidetê di dest wan de be, neçareserkirina pirsgirêka Kurd tercîh dikin.
 
Sekneke biçûk a demokratîk bi xwe jî, beriya her tiştî li hemberî polîtîkayên înkar, çewisandin û şidetê yên li ser Kurdan tên sepandin, bi helwesteke zelal pêkan e. Ji bo welatekî demokratîk çareserkirina pirsgirêka Kurd, ji bo HDP'ê bivênevê ye.
 
PIRSGIRÊKA KURD PIRSGIRÊKEKE STATUYÎ YE
 
Di çarçoveya mafekî siyasî û rewa de, awayê jiyan û xwebirêvebirina civakekê girêdayî tercîhên wê ne. Di vî warî de HDP, di serî de Kurd û bi giştî maf û daxwazên hemû civakên din qebûl dike. Çareserkirina daxwazên di warê çand, ziman û nasnameyê de, di çaroveyeke qanûna bingehîn de diparêze û ji bo ferasetên tekparêz ku nasnameyên cuda red dikin, ji holê rabike têdikoşe.
 
Ji dîrokê û heta roja îro pirsgirêka Kurd, pirsgirêkeke statuyî ye. Daxwaza Kurdan a ji bo statuyê, ne parçekirin e; ji bo aştiya civakiyî û jiyana hevpar hewce ye û bivênevê ye. Ya ku tê daxwazkirin ew e ku, di bunyeya dewleta unîter de Kurd mekanîzmayên xwe yên biryarê pêk bînin. Daxwaza ji bo rêveberiya xwecihî û adem-î merkeziyetiyê, daxwazên sereke ne ku wê pirsgirêkê çareser bikin. Ev model li gelek deverên cîhanê tê sepandin û modeleke demokratîk e ku rê li ber navendîbûn û tekbûyînê digire. Şerta Xweseriyê ya Rêveberiya Xwecihî ya Ewropayê jî ji bo pêdiviyeke wisa derketiye holê. Partiya me talûkeyên vê şerta ku Tirkiye di sala 1988'yan de îmze kiriye jî ji holê rakirine û pêkanîna vê yekê diparêze. Ev rewş bi awayekî zelal û aşkere di bernameya HDP'ê cih digire.
 
Ji bo pêkanîna vê yekê jî, ewil divê qanûna bingehîn a înkarparêz biguhere.
 
Dê di serdema HDP'ê de qanûna bingehîn a li ser esasên pirzimanî, pirbawerî, hevwelatîbûyînê ku wê laîkbûna azadîxwaz, pirdengî û cihêbûna hêzan di navenda wê de cih bigirin, tevî hemû komên civakiyî bê amadekirin.
 
Wê bi HDP'ê re hemû azadî û mafên wekî azadiya fikr û ramanî, rêxistinbûyînî, azadiya ol û wijdanî, mafê aştiyê, mafê heqîqetê, mafê avakirina sendîqayê, mafê grev û peymana giştî, mafê reda wijdanî, mafê nasnameya çandî, mafê bikaranîna zimanê zikmakî, mafê perwerdehî û hînkariyî, mafê darizandina adilane û mafê zarokan di Qanûna Bingehîn a demokratîk de bên mîsgorekirin.
 
Wê qanûna bingehîn a demokratîk, li hemberî tehekumiya navendî rêveberiya xwecihî, li hemberî tehekuma dewletê jî civakê biparêze; wê ne navendîparêzê, wê adem-î merkeziyetê esas bigire.
 
Ev yek ne li dijî pergala parlementeriyê ya demokratîk e, bereksê wê modeleke ku demokrasiya xwecihî, demokrasiya rêveberiya xwecihî xurt dike.
 
Bi mîsogeriya ku qanûna bingehîn a demokratîk dide, wê li tevahiya Tirkiyeyê rêveberiyên xwecihî yên demokratîk bibin temînata avaniyeke îdarî ya demokratîk. Dê Komara Demokratîk ku xwe dispêre demokrasiya xwecihî ya bi qanûna bingehîn a demokratîk hatiye mîsogerkirin, bereksê tekparêz û otorîteriyê bibe sîwana pirdengî, demokrasî û jiyana bi hev re.
 
Wê dawî li Rewşa Awarte bê û wê hevşaredarên ku qeyûm tayînî şûna wan hatine kirin demildest vegerin ser karê xwe. Wê rêxistinên civaka sivîl û saziyên çapemeniyê yên li herêmê bi zimanê zikmakî weşana xwe dikirin û bi Rewşa Awarte û BHQ'yan hatin girtin, ji nû ve bên vekirin û malên wan bên îadekirin.
 
Di darazê de ligel tevdîrên darizandineke wekhev û adil; Wê şert û mercên darazê ku ji bo bi zimanê zikmakî xizmeta herkesî bike bên peydakirin û Wê dawî li sepandina ku li dadgehan pereyên wergêran ji aliyê kesên tên darizandin tê dayîn bê.
 
Wê girtiyên nexweş demildest bên berdan. Ji bo girtî li derve bên tedawîkirin, wê raporên ku ji aliyê nexweşxaneyên tam teşekulî tên dayîn esas bên girtin.
 
Wê rojnamevan, jin, siyasetmedar û xwendekarên ku belaheq û belasebeb di girtîgehan de ne bi sererastkirinên adilane yên di Qanûna Ceza ya Tirk de bigihên azadiya xwe.
 
Wê di serî de dawî li pêkanînên tecrîdê yên li Girtîgeha Îmraliyê ku Birêz Abdullah Ocalan tê de ye û hemû girtîgehên dên bê û wê erka "binpêkirina înfazê" ya di dest îdareyên girtîgehan de ji holê bêrakirin.
 
HEVRÛBÛNA BI PAŞEROJ Û HEQÎQETÊ RE ŞERTA SEREKE YA AŞTIYÊ YE…
 
Civakên ku bi paşeroja xwe re hevrûbûyîna wan çênebe, wê roja îro fêm nekin û pêşeroja xwe ava nekin. Ji bo aştiyê jî yek ji şertên jiyanê, hevrûbûyîna bi paşeroj û lêgerîna ji bo heqîqetê ye.
 
Ji bo li ser navê dewletê ji ber qirkirin û komkujiyên ku di dîrokê de li ser Kurdan û gel û baweriyên din pêk hatin lêborîn bê xwestin, wê xebat bên kirin.
 
Ji bo lêkolînkirina qirkirin, tehcir, komkujî, înfaz, windahî û pêkanînên bi vî rengî bên lêkolînkirin û heqîqet derkevin holê, wê "Komîsyonên Heqîqetê" bên avakirin.
 
Koçberiya bi darê zorê û ji neçarî, xesareta herî mezin e ku li ser civakekê pêk tê. Tesîra vê xesaretê ya di warê civakî, aborî û siyasî de bi sedan sal didome.
 
Mal û milkên ku ji ber koçberiya bi darê zorê yên heta niha hatine kirin û ji aliyê dewlet an jî cerdevanan hatine desteserkirin, wê îadeyî xwediyên wan bên kirin. Dê zirara hemû kesên ku ji ber dorpêçkirin û koçberiya ku di dema qedexeyên derketina kolanan ên di sala 2015'an de pêk hatin de bê dayîn û bajarên hatin rûxandin wê wekî berê bên çêkirin.
 
Wê mayin û bermayiyên şerî bên paqijkirin û ji bo li zeviyên bimayin çandinî pêk bê wê xebat bên kirin. Dê dawî li bendavên sînorî û projeyên HES'ê bên. Dê vegera ji bajaran a ber bi gundan ve bê teşwîqkirin û ji bo kesên vegerin hilberînê bikin wê di warê madî de bên destekkirin.
 
Wê pergala cerdevantiyê bê rakirin û wê cerdevanên ku daxilî sûcan bûne bên darizandin. Wê zirarên ku cerdevanan kiriye bên dayîn. Cerdevanên ku daxilî tu sûcî nebûne jî, wê di çarçoveya bernameyên ji bo fêdeya civakê bên îstihdamkirin.
 
WÊ DI HEMÛ XIZMETÊN CEMAWERIYÊ DE MAFÊ ZIMANÊ ZIKMAKÎ BÊ MÎSOGERKIRIN
 
Daxwazên Kurdan ên ji bo ziman, çand û nasnameyê, di çarçoveya mafên gelan de mafên sereke ne. Zimanê zikmakî, şerta sereke ya qebûlkirin û pêkanîna nasname û çandê ye. Partiya me, ji bilî zimanê fermî yê welat, di qada cemawerî û sivîl de perwerdehiya pirzimanî, jiyana pirzimanî û xizmeta cemaweriyê ya pirzimanî esas digire. Dê di hemû qademeyên perwerdehiyê de perwerdehiya bi zimanê zikmakî hebe.
 
Wê hemû polîtîkayên li hemberî pêşvexistina zimanê zikmakî bên betalkirin, ji îadekirina navên cihan bigere heta navên orîjînal ên pênaseyên cografîk û hemû mafên hatine xespkirin bên îadekirin. Navê Kurdistanê heqîqeteke dîrokiyî ye û ji bo pênasekirina erdnîgariyê jî tê bikaranîn. Berê ev rastî dihat bilêvkirin, lê belê îktîdara AKP-MHP'ê vê rastiyê dîsa qedexe dike. Yek ji armanca me jî têkoşîna li hemberî qedexekirina vê rastiyê ye. HDP, li gorî rastiya Kurdistanê di çarçoveya welatê hevpar û qanûna bingehîn a demokratîk de, ji bo ev heqîqet di warê statuya qanûnî de bê qebûlkirin têdikoşe.
 
Feraseta faşîst ku di salên 1990'î de bandên Kurdî qedexe dikir hîn jî di bîra mirovan de ye. Lê belê, li herêmê êrîşên qeyûman ên li hemberî Kurdî, nîşan dide ku heman feraset didome. Dê navên Kurdî yên ku qeyûman ew guherandine bên îadekirin û wê tabela û lewheyên rêyan ên hatine rakirin li cihên wan ên berê bên bicihkirin. Partiya me, di çarçoveya polîtîkaya xwe ya pirzimanî de pirçandîtiyê jî diparêze û ji bo her çand xwe pêşve bixe mekanîzmayên hewcedar diafirîne. Li hemberî polîtîkayên cihêkar, tekparêz û înkarê radiweste û bi têkoşîneke tund xeta xwe diyar dike.
 
Li Rojhilata Navîn, dewlet û hêzên statukoparêz, bi awayekî dijwar êrîşî gelê Kurd û destketiyên wan dikin. Loma pêkanîna yekîtiya netewî ya Kurdan pirsgirêka me ya herî bi lez û bez e. HDP, ji hêlekê ve wekî îtifaqa hêzên demokrasî û azadiyê pêş ve diçe, li hêla din jî li hemberî ferasetên asîmleker, çewisîner û tekparêz di warê siyasî de yekîtiya Kurdan diparêze. Yekîtiya Netewî ya Kurd, li herêmê ji bo bihevrebûna demokratîk jî pêwîst û bivênevê ye. Partiya me, ji bo yekîtiya netewî ya Kurd û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê bibin hevpar jî hewl dide û di vî warî de çi dikeve ser milê wê dike.
 
ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURD BI MUXATABÊN WÊ RE PÊKAN E…
 
HDP, bi teheyula cîhaneke bê şer û pevçûn tev digere û têkoşîna wê ji bo jiyaneke bê şer e. Rewakirina yekdestiya şidetê ya di dest îktîdarên çewsîner de, li pêşiya gelek maf û azadiyan astengiya herî mezin e û çavkaniya pevçûna ye. HDP, li gorî tespîta ku pêvajoya pevçûnî encama neçareserkirina pirsgirêka Kurd e, tev digere û baweriya wê ew e ku çareserkirina pirsgirêkê bi muzakereyan pêkan e. Ji tecrube û azmûnên cîhanê jî diyar e ku, pêvajoyên pevçûnî hemû tenê bi diyalog û muzakereyan çareser dibin. Serdema ku beramberiya fikriyata HDP'ê di civakê de çêbû, serdema pêvajoya çareseriyê ye û HDP şahidê xitimîn û astengiyên pêvajoya çareseriyê ye. Serwerê meseleyê ye û ji bo ev yek ji holê bên rakirin pêkanîna pêvajoyeke aştiyê esas digire. Alîgir û muxatabên pirsgirêkê diyar in. Ev pirsgirêk bes bi vîna muxatabên wê dikare çareser bibe. Lêgerîna li muxatabên nû û sunî, israrkirina di polîtîkaya neçareserkinê de ye. Di çareserkirina pirsgirêkê de hêzên pev diçin alîgirên meseleyê yên xwezayî ne.
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di navbera salên 2013-2015'an di dema pêvajoya diyalogê de, wekî aktorekî nîşan da ku ew muxatabekî xurt e û dikare pirsgirêkê çareser bike. Her wiha di vê serdemê de piraniya civaka Tirkiyeyê jî wekî muxatab birêz Ocalan qebûl kiribû û peyamên dihatin hemû bi awayekî cidî esas dihatin girtin û nirxandin.
 
Bidawîkirina pêvajoya çareseriyê û ji aliyê AKP'ê ve qulipandina maseyê, ne ji ber ku civak li dijî vê yekê bû, sedem ew e ku ne li gor bendewariyên îktîdarê bû. Partiya me, ji bo ji nû ve ev pêvajoya bû qurbana hesabên siyasî, bi daxilbûna hemû dînamîkên civakê bê destpêkirin; her tim destnîşan dike ku divê tecrîda giran a derexlaqî û zemîneke wê ya hiqûqî tune ye li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin.
 
ENCAM
 
Ji bo pirsgirêka Kurd bi riyên demokratîk û aştiyane bê çareserkirin,berpirsiyarî çi dibe bila bibe partiya me amade ye. Demokratîkbûyîna Tirkiyeyê, bi çareserkirina pirsgirêka Kurd pêkan e. Eger pirsgirêka Kurd bê çareserkirin, wê li Tirkiyeyê Rewşa Awarte nemîne, wê mekanîka darbeyê nekeve dewrê û wê talûkeya otorîteyê û yekzilamiyê jî çênebe. Pêşanî, lezgînî û êşên ku ji ber vê meseleye rû dane li holê ne. Rêbazên ku heta niha hatine ceribandin û neçareserî afirandine, hemû îflas kirine û ezber rûxiyane. Nexwe tişta ku divê niha bê kirin, ew e ku divê tişta nehatiye ceribandin bê kirin. Bi 3 salên pêvajoya diyalogê re bêhna welat derket û hêstirên çavên dayikan sekinîn.
 
Pêdiviya gelên Tirkiyeyê bi aramî, ewlehî û xweşiyê heye. Tekane rêya vê yekê jî, di pirsgirêka Kurd de, pêkanîna aştiyeke mayînde ye. Aştî tenê ne bidawîbûna pevçûnan, mirinan û êşan e; di heman demê de ber bi dilpakî, xweşî û jiyana bi hev re wê bibe gavavêtina herî mezin. Têkoşîna ji bo aştiyê, têkoşîna ji bo demokrasî û azadiyê ye. Ji bo welatekî azad, ji bo Komareke Demokratîk, ji bo pergala parlementeriyê ya bi demokrasiya xwecihî hatiye zeximkirin, ji bo xelasiya ji feraseta tekparêz gava herî xurt wê aştî be.
 
24'ê Hezîranê ji bo aştiyeke mayînde û birûmet hêvî ye. Bereksê kesên bi polîtîkayên şerî îktîdara xwe berdewam dikin, bi feraseta qeyûman, bi dorpêçkirin û rûxandinan mirovan ji cihên wan koçber dikin, wê kesên doza aştiyê dikin bi ser bikevin. 24'ê Hezîranê wê bibe roja destpêka serdemeke ku em li Tirkiyeyê li ser asasên hevwelatîbûyînê, bi deng û rengê xwe, jiyaneke bi hev re xwe, bajarê xwe û welatê xwe bi rê ve bibin. Em ê bi vê veguherînê re, bi reng û dengên xwe bi awayekî aştiyane bi hev re bijîn. Em ê li welatekî demokratîk bi hev re aştiyeke mayînde pêk bînin. Bi HDP'ê re welatekî wekhev, azad û demokratîk nêz e. Tenê em bawer bikin û ji bo guherandina vê pergala tekparêz û înkarparêz tev bigerin."
 

Sernavên din

04/06/2019
10:09 Berî serdana Soylû bi zorê al bi dikanan ve kirin
09:56 ÎRA: 157 rojnameger cejnê li girtîgehan pêşwazî dikin
09:52 Di cejnê de jî goristan hilweşandin
09:14 Nasir: Xebata me hêj nû dest pê dike
09:13 Li Şirnexê endamê meclîsê yê HDP'î ji peywirê hat dûrxistin
09:12 ÎHD: Girtî bi awayekî sûkî hatin muayenekirin
09:10 ‘Ji ber doz dirêj didomin û polîtîkaya bêcezatiyê, rê li ber cinayetên nû tê vekirin'
09:08 TEV-DEM: Ocalan zemîna diyalig û muzakereyê afirand
09:06 Încîn: Li Herêma Egeyê gelek girtî sewqî nexweşxaneyê nehatine kirin
09:05 Dayikên Laçik Spî: Divê ceza li kesên em bi erdê ve kişandin bihata birîn
09:03 'Heta aştî nebe rewşa aboriyê baş nebe'
09:01 Bi kenê xwe losemî têk bir
09:00 ROJEVA 4'Ê HEZÎRANA 2019'AN
03/06/2019
18:52 Baroya Rihayê: 4 sal in bi rêk û pêk îşkenceyê dikin
18:12 HDP’iyan goristan ziyaret kirin
17:20 'Cejn hat em nikarin cilan ji zarokên xwe re bistînin'
16:31 Hevşaredar Mizrakli: Her cihek pergala zindî û xwezayek wê heye
15:53 Sewqa girtiyên li Bandirma hiştin piştî cejnê
15:45 KESK'ê têkildarî îstîsmara jin û zarokan daxuyanî dan
15:37 Rojnameger Nurcan Baysal hat berdan
14:28 Bûldan, Karay û Yildirim li ser gorên xwe hatin bibîranîn
14:18 Mamosteyê ku tecawîzê xwendekareka kir hat girtin
14:01 ÎOP ji Ocalan, Erdogan, Kiliçdaroglû û Demîrtaş name şandin
13:40 ATK’ê ji bo girtiyê nexweş ê mehek temenê wî mayî, mehek şûnde randevû birî
13:05 Wesayîta eskerî qeza kir: 19 esker birîndar bûn
11:58 Rojnameger Nurcan Baysal binçav kirin
11:43 Balafirên şer ên TSK'ê çiyayê Licê bombe kir
11:14 Evran: Zirarên operasyona derveyî sînor dê mezin bin
11:02 Malbat ji bo di Cejna Remezanê de biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:45 Xizmên windayan: Di cejnê de gorek me ya em ziyaret bikin tune
10:13 Keca Savaş Buldan a bavê xwe nedît: Tenê cerekê be jî min her xwest te hembêz bikim
10:12 Temellî li Stenbolê xîtabî hilbijêran kir: A girîng berî pêşîn çûyîna ser sindoqane
10:07 Newaya Jin bi sernavê 'Berxwedana Laçik Spiyan' derket
09:51 Di vê cejnê de jî bi sedan cenaze li gorên 'bêkesan' e
09:16 Cezayê polîsekê ku kesek kuşt daxistin, dûre veguherandin pere û kirin 24 teqsît
09:15 Kolûman: Ji bo ku darizandin bêceza nemînin, divê em piştevaniyê xurtir bikin
09:15 Çawa ku îşkence ji dozger re vegot navber hat dayîn, dure got ‘îşkence nebû’
09:14 TTB’ê çalakgerên grevê û rêveberiya girtîgehe hişyar kir
09:13 Li Cizîrê, nêzî 3 hezar jimêrekên avê hatin dizîn
09:12 Akedemîsyen Ari yê îxrackirî: Ne pêwiste AYM li benda nerîna wezaretê be
09:12 Karkerên çandiniyê: Yewmiya didin me tê rê nake
09:00 ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2019'AN
02/06/2019
20:25 Ciwanên HDP'î li Menemenê Meclîs ava kir
19:06 Li 3 navçe û bajarokekê hilbijratin jinû de hat kirin
18:51 Meclîsa Ciwanên HDP'ê li Arnavûtkoy meclîs ava kir
17:00 Esker li Payizava derketin operasyonê
16:55 Yên piştgrî dane çalakgerên greva birçîbûnê rastî cezayê pereyan hatin
15:37 DYA: Em amade ne bi Îranê re hevdîtin bikin
14:58 Rêxistina HDP'ê li Manisayê konferans li dar xist
14:07 Helbestvan Ahmed Arîf li Amedê hat bibîranîn
14:06 Li Dersimê nexweşiya şerbê
13:53 Siyasetmedarê kurd Melîk li ser gora xwe hat bibîranîn
13:47 Li Amedê kesekî hevjîna xwe kuşt
13:12 Li Kandirayê du Sirri hatin cem hev
13:09 Ji ber deklarasyona çareseriyê der bare Buldan û Uca de fezleke amade kirin
12:23 Du malbat pevçûn: Jina 87 salî hat kuştin
11:37 'Ahmed Arîf mora xwe li rihê helbestê daye'
11:36 Kedxwariya Demsalî: Ji bo 40 TL 12 saetan kar dikin
10:20 Hêviya ku ji cejnê dikirin nedîtin
10:18 25 sal in kujer diyar e, lê daraz bê biryar e
10:01 Li Colemêrgê pevçûn: 2 leşkeran jiyana xwe ji dest da
09:12 Pirtûka der barê 30 sal in çapemeniya azad de: Îlgînç zamanlarda yaşamak
09:12 Şaredariya Peyasê protokolên qeyûm betal kirin
09:11 Tenê dixwazin îşekncekar bên darizandin
09:10 Îsal berê zebeşan kêm e
09:09 Hevberdevkê HDK'ê Şenoglû: Ocalan ji bo şer kûrtir nebe me hişyar dike
09:08 Parêzer tayînî doza zarokên rastî îstismarê hatin nekirin
09:07 Veguhêzkaran jî nesîbê xwe ji krîza aborî girt
09:00 ROJEVA 2'YÊ HEZÎRANA 2019'AN
01/06/2019
18:03 Huda Kaya: Di cîhana îslamê de rizîbûnek kûr heye
17:03 Ji bo Heskîf û Geliyê Dîcleyê banga çalakiya kûrewî hat kirin
16:03 Berdana girtiyê nexweş Gungor hat xwestin
15:54 BASK-DER: Endamên me û malbatên wan rastî gefên polîsan tên
15:41 Baroya Edeneyê: ‘Reforma darazê’ xapandina beriya 23’ê Hezîranê ye
15:18 Bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Îvrendî
15:06 Li faîlên Bahrî Budak û neviyê wî Metîn Budak pirsîn
14:42 Dayikên Şemiyê: Bila Çîler û Agar bên darizandin
14:38 Xizmên Windayan: Di vê cejnê de ji me re surprîzê bikin
14:32 Çavê çalakgerê greva birçîbûnê kor bû
13:50 'Ji Dadgehên Parastina Gel darizandin: Tolhildan ji bo qelsan e
13:15 Li malê dermankirina xwe didomînin
12:19 Ji HDP’ê pêşniyara ‘Plana Çalakiya Mafê Mirov'
12:02 Li Edenê kesên ji ber medya civakî hatibûn binçavkirin, hatin berdan
11:55 Li Îdirê şer: 2 eskeran jiyana xwe ji dest dan 5 esker birîndar bûn
11:37 Balûken bi pirtûka duyemîn derdikeve pêşberî xwînerê xwe
11:23 Girtiyên ku birin jêrzemîna nexweşxanê tedawî red kirin
11:04 Li Amedê girtiyek sewqî nexweşxaneyê kirin
10:55 Girtiyên ku sewqî nexweşxaneyê nehatin kirin xwîn vedireşin
09:22 Parêzerên Ocalan behsa hevdîtina 22'yê Gulanê kirin
09:19 Texsî li ser Pira Deh Derî peyaseyê dikin!
09:18 Bi salan e bi nanê li ser çopan debara xwe dike
09:18 Nivîskarê romana 'Yol' Evîz 37 roj in di greva birçîbûnê de ye
09:17 Dest vala vedigerin malê
09:16 Hevserokê KCD'ê Ozturk: Çareserî diyalog û muzakere ye
09:15 Piştî tabûrcî bû ewilî pirtûk ji girtiyan re şand
09:15 Dadgehê li rojnamevanê jiyana xwe ji dest da ceza birî
09:14 Endamên meclîsa şaredariyê yên hatin derbkirin wê gilî bikin
09:13 Li Edeneyê polîs gefan li ciwanan dixwin
09:00 ROJEVA 1'Ê HEZÎRANA 2019'AN
31/05/2019
16:46 Hemû daxwazên parêzeran a doza Sakçi yê got 'Em kurdin' û hat kuştin red kirin