ÊLIH – Li gundê Kifîfê ya girêdayî navçeya Hezo ya Êlihê du malbat li hev xist û Nazîme Bîlmez a extiyar di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da û 6 kes jî birîndar bûn.
Li gundê Kifîfê ya girêdayî navçeya Hezo ya Êlihê di navbera du malbatan ji hêj ji ber sedemek nayê zanîn nîqaş derket. Di demek kin de nîqaş veguherî pevçûnê û bi dar, kevir û kêran li hev xistin. Di pevçûnê de Nazîme Bîlmez a 87 salî jiyana xwe ji dest da.
Gundiyan bûyerê ragihand û li ser vê yekê ambulans û esker sewqî gund hatin kirin. Welatiyên di bûyerê de birîndar bûn rakirin nexweşxaneyên cuda yên li Êlihê. Bîlmez a li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da ji bo otopsiye rakirin Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Hêrêmî ya Êlihê.
Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.