COLEMÊRG - Li Çelê di navbera leşker û HPG'iyan de şer derket. Di şer de 2 leşker birîndar bûn û 2 leşkeran jî jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Çelê ya Colemêrgê li herêma di navbera leşker û HPG'iyan de pevçûn derket. Walîtiya Colemêrgê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku di pevçûnê de 2 leşker birîndar bûne û 2 leşkeran jî jiyana xwe ji dest daye.
Hat ragihandin ku leşkerên birîndar ji bo tedawiyê rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Çelê.