AMED - Rojnamevan Huseyîn Akyol di pirtûka xwe ya bi navê "Îlgînç zamanlarda yaşamak", bal dikişîne ser ser jiyana xwe û 30 salên çapemeniya zad. Akyol, di pirtûkê de destnîşan dike ku tevî hemû zext û zoriyan, girtin û mirinan jî ev kevneşopî bi baweriyî dewam kiriye.
Pirtûka rojnamevan Huseyîn Akyol a bi navê "Îlgînç zamanlarda yaşamak" ji Weşanên Aramê derket. Akyol, di vê pirtûka xwe de ligel biyografiya xwe bal dikişîne ser 30 salên rojnamevaniya xwe û çapemeniya azad. Akyol, di vê pirtûka xwe de bi zimanekî xwerû û zelal îşaret bi serdemên dîrokiyî dike. Aykol, pêşî behsa gundê xwe dike û awayê malbat û jiyana xwe dike û atmosfera siyasî û civakiyî ya wî ber roja îroyîn ve anîne bi xwendevanan re parve dike. Aykol, di vê pirtûka xwe de darbe, siyasetmedar, şoreş, darvekirin, muxtira û serîhildanên li Tirkiyeyê qewimîne û bûne şahidê wan vedibêjê.
Aykolê ku ji malbateke CHP'î ye, di dema xwendekariya xwe de dibe xwedî nasnameyeke muxalif û paşê tev li têkoşîna şoreşgeriyî dibe û di dema darbeyan de bedêlên giran dide, di jiyana xwe de nêzî 10 salan di girtîgehê de dimîne û nexasim jî di dema darbeyan de li qereqol û girtîgehan bi awayekî dijwar tê îşkencekirin.
Aykol, ewilî di kovarên bi navê HEDEF û Halk Gerçegî de edîtoriyê dike, cara ewil di rojnameya Yenî Ulkeyê de dest bi rojnamvenaiyê dike. Bi dirûşmeya "Rastiyan derxîne holê û bigihîne gel" tev digere. Aykol, di vê pirtûka xwe de diyar dike ku kevneşopiya çapemeniya azad ku gelek caran hatiye bombekirin, xebatkarên wê hatine kuştin û di bin çavan de hatine windakirin çawa pêş ketiye û hîn didome.
Aykol, di pirtûka xwe de bal dikişîne ser fidakariya nûçegihanên kevneşopiya çapemeniya azad ku ji bo rastiyê ragihînin cîhanê bi dil û can tevgeriyane. Aykol, di pirtûkê de behsa nûçegihanê Rojnameya Yenî Ulke yê Êlihê Cengîz Altûn dike ku hat kuştin û wexta xebera kuştina wî bihîstine wiha gotiye: "Em rojnamevan in. Em ê karê xwe bikin. A dikeve ser milê me ew e ku em rojnameya xwe ya vê hefteyê ji her carî bêtir derxînin. Ancax em dikarin bi vî awayî layiqî Cengîz bibin."
Her wiha Aykol di pirtûka xwe de bal dikişîne ser hevpeyvînên xwe yên li Şamê bi Rêberê PKK'ê Abdullah ocalan re kirine û şert û mercên çêkirina wan hevpeyvînan.
Her wiha di pirtûkê de tê diyarkirin ku piştî avahiya Rojnameya Ozgur Ulkeyê tê bombekirin, rojname çawa weşana xwe dewam kiriye.
Her wiha Aykol di pirtûka xwe de dîrokên roja rojnameyên hatine girtin û li her rojnameyekê çend doz hatine vekirin hemûyan bi awayekî kronolojîk bi xwendevanan re parve dike.
MA / Dîcle Muftuoglu