* Veguhêzkeran diyar kirin ku ji ber bihabûna sotemeniyê, nikarin bixebitin. Veguhêzkaran destnîşan kir ku ev yek ji ber polîtîkayên hikûmetê ye.
* Di dozên îstismara cinsî yên li hemberî zarokan de, di warê qanûnî de mecbûriyeta tayînkirina parêzeran heye. Lê belê li Amedê ji ber di doza îstismarkirina zarokan de parêzer nehat tayînkirin parêzerên Navenda Mafên Zarokan a Amedê xwestin daxilî dozê bibin, lê serokê dadgehê ew bi darê zorê ji eywana dadgehê derxistin.
* Hevberdevkê HDK'ê Sedat Şenoglû, anî ziman ku heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin wê li Tirkiyeyê tu pirsgirêk çareser nebin û ji bo pêşniyarên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî got: "Ocalan, ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakiyî pêşniyaran dike û muxatabiya wê ya polîtîk jî hildigire ser xwe. Ocalan, me hişyar dike û dibêje 'eger çareserî kûr nebe wê şer kûr bibe.'"
* Li Edeneyê debra şebeşan didome. Cotkarên ku bi deynan karê xwe bi rê ve dibin, diyar kirin ku ji ber baran û zîpika zêde berdariya şebeşan îsal kêm bûye.
* Li Rihayê mexdûrên ji roja hatin binçavkirin bi awayekî dijwar hatin îşkenecekirin, destnîşan kirin ku tenê daxwazek wan heye, ew jî darizandina kesên îşkence li wan kirine.
* Meclîsa Şaredariya Peyasê, biryarên qeyûm ên der barê 19 mal û milkên şaredariyê ku ew dewr û tehsîs kiribûn de betal kir.
* Rojnamevan Huseyîn Akyol di pirtûka xwe ya bi navê "Îlgînç zamanlarda yaşamak", bal dikişîne ser ser jiyana xwe û 30 salên çapemeniya zad. Akyol, di pirtûkê de destnîşan dike ku tevî hemû zext û zoriyan, girtin û mirinan jî ev kevneşopî bi baweriyî dewam kiriye.
* Komeleya Nivîskaran a PEN'ê, wê li pêş Dibistana Alî Emirî, li pêş Peykerê Helbestvan Ahmet Arîf, Ahmet Arif bibîr bînin. (11.00)
* Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê wê ligel dayikên ku li pêş girtîgehan nobet girtin, li salonek li Okmeydani fitarê vekin. (19.00)