STENBOL - Di 375'emîn hefteya çalakiya "Rûniştinên F" de endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê Hatînce Onaranbal bal kişand ser rewşa girtî Halîl Gungor (74) ku ji sedî 78 asteng e û xwest bê berdan.
Polisan, di hefteya 375'emîn de çalakiya "Rûniştinên F" ku ji aliyê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ve li Qada Galatasarayê bi daxwaza berdana girtiyên nexweş tê lidarxistin, asteng kir. Li ser vê yekê daxuyanî li ber bînaya ÎHD'ê ya li Taksîmê hat dayîn. Di daxuyaniya ku wêneyên girtiyên nexweş hatin hildan, pankartên li ser wan nivîsên "Bila girtiyên nexweş bên berdan" û "Tecrîd dikuje piştvanî dide jiyîn" nivîsandî hatin vekirin. Di hefteyê çîroka girtiyê nexweş ku sewqî nexweşxaneyê nayê kirin Îbrahîm Halîl Gungor (74) ku ji sedî 78 asteng e hat kirin.
JI SED 78 ASTEN E
Daxuyniyê endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê Hatînce Onaran da. Onaran di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser rewşa girtiyên ku piştî greva birçîbûnê nayên tedawîkirin û derbarê rewşa girtî Gungor de ev tişt anî ziman: "Beriya ku bê girtin emeliyata pankreasê bû. Emeliyata wî gelek giran derbas bû, lê berî ku baş bibe di sala 2009'an de li Çewlikê hat girtin. Gungör sê caran jî anjiyo bûye û carek jî emeliyat vekirî ya dil derbas kiriye. Ji sedî 78 rapora astengiyê ya Gungor heye. Nexweşînên ku di vê raporê de hatine rêzkirin wiha ne; Dil, bêhnçikandin, ragirtina mîdê û roviyan, ragirtina rehikên laş, nebihîstina deng a guhekî, mîzewaq, kuxîn û çêbûna kîst a di pêşikê de"
ATK: DIKARE DI GIRTÎGEHÊ DE BIMÎNE
Onaran destnîşan kir ku Gungor bi zorê dimeşe û nikare pêwîstiyên xwe bi bersivîne û wiha got: "Li gel vê yekê jî Saziya Tipa Edlî (ATK) 6 serlêdanên Gungor nehînê bersivandiye û biryara dikar di girtîgehê de bimîne daye." Onaran herî dawî bang kir û xwest ku Gungoren ji bo tedawîkirinê bê berdan.