WAN - BASK-DER, derbarê zext û gefên polîsan de daxuyanî da û got: "Endamên me û malbatên wna rastî gefên polîsan tên. Derbarê gefên li endamên me tên kirin, emê serî li Komeleya Mafê Mirovan bidin."
Komeleya Çand û Hunerê ya Antropolojî ya Zanista Sed Salê (BASK-DER), derbarê zext û gefên polîsan ên li ser endamên xwe de daxuyaniyek nivîskî weşand. BASK-DER'ê, diyar kir ku polîs li endam û malbatên wan digerin û wan tehdît dikin.
'EMÊ SERÎ LI ÎHD'Ê BIDIN'
Di daxuyaniya ji aliyê komeleyê hat kirin de, ev tişt hatin gotin: "Em ciwan, dixwazin û armanca dikin ku ciwan, civak û zarok xwe pêş bixin û fêr bibin. Ji ber vê em çalakiyên cuda yên mîna panel, xwendina pirtûk û hwd li dar dixin. Ligel ku tu pirsgirêkên qanûnî yên xebata me tuneye jî, polîs li malbatên me digirin û wan tehdît dikin. Endamên me xwe ji ezmûnan amade dikin. Ev rewş hatiye jiyîn bandorek mezin li endamê me kiriye. Tu aliyên vê yên qanûnî tuneye. Emê derbarê gefên li endam û malbatên wan hatin kirin de serî li ÎHD'ê bidin."