EDENE – Serokê Baroya Edeneyê Velî Kuçuk derbarê “Refrorma Darazê” ya Serokkomar Erdogan eşkere kir de daxuyanî da û got: “Mirov nikare behsa ‘reforma darazê bike.’ Xapandinek beriya hilbijartina 23’ê Hezîranê ye.”
Serokê Baroya Edeneyê Parêzer Velî Kuçuk derbarê “Belgeya Stratejiya Reforma Darazê” ya Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan eşkere kir de daxuyaniya nivîskî da. Kuçuk got her tebeqeya civakê ji bêhiqûqiyê û bêedalitiyê birîna xwe girtiye. Kuçuk da zanîn ku tu eleqeya “Belgeya Stratejiya Reforma Darazê” bi krîterên Yekîtiya Ewrûpayê re nîne û îktîdar tişta dizane li gorî xwe dixwîne. Kuçuk diyar kir ku ew vê reformê red dikin û got: “Mirov nikare behsa ‘reforma darazê bike.’ Xapandinek beriya hilbijartina 23’ê Hezîranê ye.”