ÎZMÎR – Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê û Xizmên Windayan di çalakiya vê hefteyê ya “Bila winda bên dîtin faîl bên darizandin” li faîlên Bahrî Budak (61) û neviyê wî Metîn Budak ê 14 salî piştî hatin windakirin û cenazeyê wan hat dîtin pirsîn.
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê vê hefteyê jî çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li ber Banka Sumer a Kevn a li navçeya Konaka Îzmîrê li dar xist. Endam û rêveberên ÎHD’ê, rêveberên HDP’ê û xizmên windayan beşdarî çalakiyê bûn û pankarta “Wnda diyar in faîl li ku ne” hildan. Daxuyaniya vê hefteyê rêvebera ÎHD’a Îzmîrê Cemîle Karakaya xwend.
Vê hefteyê bal kişandin ser windakirina Bahrî Budak (61) û neviyê wî Metîn Butak (14) ên di sala 1994’an de li Gundê Xosor a girêdayî Navçetya Licê ya Amedê ji bo biçin nav baxçeyê xwe ji malê derketin û carek din ji wan agahî nehat girtin û pişt re cenazeyê wan hat dîtin û li faîlê wan pirsîn.
‘DEWLET NEÇARE MAFÊ JIYANA WELATIYAN BIPARÊZE’
Karakaya da zanîn ku ji ber pergalek darazê edaletê pêk bîne nîne bi salane li qada ne û darazek bêalî û serbixwe şertê dewletek hiqûqê ye û li cihê mîsogeriya maf û azadiya darazê tune be kes nikare behsa dewleta hiqûqê bike. Karakaya anî ziman ku îktîdara îro li şûna pirsgirêkan bi rêyên demokratîk û aştiyane çareser bike, lê civakê mehkûmî şidetê û şer dike. Karakaya diyar kir ku dewlet neçare mafê jiyanê yê herkesê li welat dijî biparêz e û ev wezîfeya peymanên navnetewî ye jî. Karakaya got ew ne şer û mirinê berevajî vê hiqûq, edalet, welatîbûnek wekhev dixwazin.
Karakaya piştî daxuyaniyê çîroka windakirina Bahrî Budak û neviyê wî Metîn Budak kir û li faîlê wan pirsî.