AMED - Li Girtîgeha Panosê heta derengiya şevê di hopoarloran de muzîkê bi girtiyan didin guhdarkirin. Ji ber ku dengê muzîkê gelekî zêde ye, girtî vê yekê wekî îşkenceyê pênase dikin û bertekên xwe dan nîşan.
Li girtîgehan binpêkirinên mafan, muameleya xirab û îşkence bi dawî nabin. Bi taybetî li girtîgehên Xarpêt û Dîlokê, li gelek girtîgehan binpêkirinên mafan di asta herî roj de ne. Herî dawî li Girtîgeha Tîpa M a Panosê ya Agiriyê, bi dengê zêde muzîkê bi girtiyan didin guhdarkirin. Heta derengiya şevê di hopaloran de muzîka bi dengê bilind, wekî ku îşkenceyê li girtiyan bikin û girtî ji ber vê pêkanînê bi bertek in.
Hat diyarkirin li heman girtîgehê dema di hewşa girtîgehê de girtiyan gog leyîstiye, girtiyekî piyê xwe tehl kiriye û bi rojan e ew nebirine revîrê, derman jî dedanê. Rêveberiya girtîgehê tu quralî nas nake û nahêle rojname jî biçin girtîgehê, ev zexta bi rojan e di meryetê de ye.
‘DIVÊ RAYA GIŞTÎ VÊ BAŞ BIBÎNE’
Girtiyê bi navê Omer Akbaş ê li hemangirtîgehê tê girtin, di axaftina telefonê ya ku di nava hefteyê de pêk tîne, aşkera kir ku zextên li girtîgehê dewam dikin û bi rêya malbata xwe ev tişt ragihandin: "Roja ku girtîgeh vebûye heta niha, binpêkirinên mafan dewam dikin. Hêj rojname, pirtûk û kovaran nadin girtiyan. Dîsa yek jî pirsgirêka herî mezin jî revîr e, lê hêj revîr nehatiye sererastkirin. Ji ber revîr tune, hevalên me yên nexweş nayên dermankirin. Girtiyan sewqî nexweşxaneyê jî nakin. Girtiyên ji girtîgehên cuda sirgûnê vir dikin, di lêgerînê de wan tazî dikin. Hin girtiyan jî davêjin hucreyê. Pêkanînên derveyê mirovahiyê û îşkence dewam dike. Divê raya giştî vê îşkenceyê bibîne û her kes di vî warî de serwext be. Kes nakare êdî li vir bîjî."