EDENE - Li Edenê, 4 kesên ji ber parvekirinên medya civakî hatibûn binçavkirin, hatin berdan.
4 kesên di 28’ê Gulanê de, ji ber parvekirinên medya civakî li Edenê hatin binçavkirin, piştî îfade dan Midûriyeta polîsan sewqî Edliya Amedê hatin kirin. Kesên li dozger îfade dan, bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Sûlhê ya Edenê hatin kirin.
4 kesên ku li dadgeriyê parastin kirin, bi şertê kontrola edlî hatin berdan.