STENBOL - Parêzer Newroz Ûysal û Rêzan Sarica, hûrguliyên hevdîtina 22'yê Gulanê ya li Îmraliyê vegotin û diyar kirin ku Ocalan ji bo "têkiliyên di kurd-tirkan xirabtir nebin û rê li ber vê yekê bigire" û ji bo aştiyeke birûmet tev digere.
Parêzer Newroz Ûysal û Rêzan Sarica, di 22'yê Gulanê de hevdîtin bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re çêkirin. Her du parêzeran hûrguliyên hevdîtinê bi raya giştî re parve kirin. Her du parêzeran pirsên me yên der barê hevdîtinê de bersivandin.
Ji bo hûn bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtinê çêbikin, hûn heftê çend caran serlêdanê pêk tînin? Ji 2'yê Gulanê heta niha we çend caran serlêdan pêk aniye û ji van serlêdanan çend jê hatine qebûlkirin?
Li gor prosedurê em heftê du caran ji bo hevdîtinê serlêdanê pêk tînin. Ev serlêdan ji bo roja çarşem û înê ne. Piştî 2'yê Gulanê hema bêje ji bo çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê me her roj serlêdan pêk dianî. Ji xeynî 22'yê Gulanê bi tu awayî serlêdanên me nehatin bersivandin.
Piştî 27'ê Tîrmeha 2011'an cara ewil we di 2'yê Gulanê û paşê jî di 22'yê Gulanê de hevdîtin bi muwekîlê xwe re çêkir. Heta hûn çûn Îmraliyê û piştî hevdîtinê hûn bi çi pêkanînan re rû bi rû man?
Jixwe hêleke Pergala Tecrîdê ya Îmraliyê jî, di warê fizîkî de ragirtina li grevê ye. Îmrali, hem ji hewayê hem ji rêya behrê hem jî ji bejahiyê herêmeke leşkerî awayî qedexe ye. Ev yek heta têketina gravê bi vî awayî ye. Piştî hûn digihên girtîgehê, vê carê jî prosedurên Wezareta Dadê dikevin dewrê. Di dema hevdîtinê de mirov çend caran tê kontrolkirin.
Cihwarê hevdîtin lê tê çêkirin çawa ye?
Wekî girtîgehên din li odeyekê tê kirin, lê belê li gor girtîgehên din mesafeya me û ya Birêz Ocalan hinekî dirêj e û li dor maseyekê tê kirin.
Hevdîtina we ya dawî çi qasî dewam kir?
Nêzî saet û 20 deqîqeyî dewam kir.
We hevdîtin bi her sê muwekîlên din re jî pêk anî. Hûn pêwendiyê bi muwekîlên xwe yên din re jî datînin?
Ji roja ku muwekîlên me Veysî Aktaş, Omer Hayrî Konar û Hamîlî Yildirim neqlî Îmraliyê hatine kirin heta niha me hevdştin pêk neaniye. Lê Birêz Abdullah Ocalan diyar kir ku ew her sê muwekîlên em dibîne, rewşa wan baş e û di warê birêvebirinê de jî bi hev du re tev digerin.
Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul, di daxuyaniya xwe ya 16'ê Gulanê de got "Qedexeya li ber hevdîtina parêzeran û Ocalan bi dawî bûye." Hûn der barê vê daxuyaniyê de dikarin çi bibêjin?
Di warê mekanîzmaya daraz/edaletê ya Tirkiyeyê de daxuyaniya rayedarekî Wezareta Dadê helbet girîng e. Wezîrê Dadê, bilêv kir ku biryara ku sînordariyê di xwe de dihebîne hatiey rakirin. Lê divê neyê jibîrkirin ku hevdîtina parêzeran a ji bo Birêz Ocalan ji 20'ê Tîrmeha 2016'an ve bêyî biryarek hebe û bêyî qanûnek bê nîşandan dihat astengkirin. Hincetên astengkirinê jî bi temamî bi kêfî bûn û "xirabûna keştiyê û muxalefeta hewayê" bûn. Her wiha biryara ku hevdîtina bi malbatan re sînrodar dike jî li holê ye.
Di vî warî de ne pêşdîtineke me ya teqezbûyî û ne jî ya Birêz Ocalan heye. Di vî warî de tenê tiştek di dest me de heye, ew jî vîna civakiyî ya demokratîk e. Loma divê raya demokratşk berpirsiyarîbûna xwe bidomînin û şopdarê pêvajoyê be.
Di hevdîtinê de Birêz Ocalan herî zêde li ser çi rawestiya?
Rojeva sereke ya hevdtina me ya 22'yê Gulanê grevên birçîbûnê û rojiya mirinê bûn. Her wiha ligel vê em li ser 7 xalên hevdîtina me ya 2'yê Gulanê jîa xivîn. Ji xeynî vê em li ser siyaseta demokratîk, Destana Mem û Zînê û nêzîkatiyên ji bo azadiya jinê axivîn.
Birêz Ocalan çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê çawa nirxandin û divê mirov peyama wî ya "Ji niha û pê ve divê em bi hev re tev bigerin" çawa şîrove bike?
Me di daxuyaniya xwe de diyar kiribû ku Birêz Ocalan silav û rêzên xwe ji çalakgeran re dişîne û helwesta wan wekî helwesteke birûmet dinirxîne. Wî bi destxeta xwe nameya xwe nivîsand û me bi raya giştî re parve kir. Helbet di dema hevdîtinê de Birêz Ocalan fikrên xwe yên di vî warî de bi awayekî berfireh bilêv kirin.
Birêz Ocalan di dema hevdîtinê de çend caran bal kişand ser Gandhî û diyar kir ku divê Leyla Guven û hemû çalakger baş Gandhî lêkolîn bikin. Got, Gandhî jî ketiye çalakiyên greva birçîbûnê lê ji grevên birçîbûnê wêdetir pêşengiya têkoşîna siyasî jî kiriye û ev rewş bivênevêya grevên birçîbûnê bûye.
Bilêv kir ku di warê wêrekiyê de çalakgerên greva birçîbûnê û rojiya mirinê ji wî wêrektir in, lê belê ya esas ne ew e ku mirov ber bi mirinê ve biçe, a esas ew e ku mirov bibe pêşengê gel û vê pêşengtiyê ava bike. Diyar kir ku 21 sal in her roj der barê xwe difikire û digihê deh fikrên cuda, li se rkirinên xwe hûr dibe û divê ên di zindana de jî xwe bi pêş ve bixin û bên wê astê ku karibin pê re bimeşin.
Yanî bi awayekî giştî xwest çalakger li siheta xwe baş miqatebin û moralê wan baş be; di warê ruh, beden û zihnî de bikin ku karibin pê re bimeşin.
Beriya hevdîtina we nêzî hefteyekê CPT, piştî sê salan çû Îmraliyê. Ocalan der barê vê serdanê de tiştek got? An jî çawa şîrove dike?
Tenê got CPT hatiye û wekî din tiştek negot.
Deklarasyona 7 xalî ya Ocalan ji aliyê raya giştî ya Tirkiyeyê ve tê nîqaşkirin. Wateya vê nîqaşkirinê çî ye? Her wiha dibêje "Em ê 30-40 rojî li bendê bin bê ka derdor dibêje çi." Girîngiya nîqaşkirina van xalan çî ye?
Birêz Ocalan, di her du hevdîtina de jî bilêv kir ku ew hay ji kûrbûna berberîbûn û cihêkariya li nav civakê peyda bûye heye. Nexasim jî diyar kir ku ew hewl dide ku têkiliya kurd-tirkan xirabtir nebe û rê li ber vê digire. Ji bo biratiya kurd-tirkan bal kişand ser Malazgîrtê û serdema komarê û destnîşan kir ku bêyî kurdn tirk ne mimkun in û ew hewl dide ku lis er asasên aştiyeke birûmet vê yekîtiyê pêk bîne û divê ji hêla Tirkiyeyê ve jî vîneke wisa derkeve holê.
Birêz Ocalan di deklerasyona 7 xalî de diyar dike ku demokratşkbûyîn û aştiya birûmet pêkan e. Divê ehr xalek bi tenas serê xwe baş bê nîqaşkirin û fêmkirin. Wî di dema hevdîtinê de ji serdema Ozal dest pê kir bal kişand ser nîqaşên 23-25 salan.
Helwesta Birêz Ocalan helwesteke dîrokî û rêgeziyî ye û divê mirov wê danexîne asta mseleyên rojane. Bi bangawaziya xwe çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê bi dawî kirin. Wexta me got çalakger doza tiştekî msîgore dikin, wî jî diyar kir ku çalakger mafdar in û got, wê rewş di nav 30-40 rojî de zelal bibe. Di warê Birêz Ocalan de demeke 30-40 rojî tê wateya gelo wê tecrîda mutşeq bi dawî bibe yan na û wê raya giştî çawa nêzî deklerasyona 7 xalî bibe.
Her wiha Birêz Ocalan qet ne reşbîn bû, bihêvî bû û pir bi xwe bawer bû.
Ocalan, di peyama xwe de diyar kir ku ew hîn girêday ruhê 2013 ye. Çima bi taybetî bal dikişîne ser wê pêvajoyê?
Sedema ku Birêz Ocalan bal dikişîne ser 2013'an ew e ku atnosfera piştî danezana Newroza 2013'an derkte holê. Jixwe ew bixwe jî dibêje ji ber vê gotinê bila neyê fêkirin ku pêvajoyek heye, yanî bi awayekî aşkere dibê pêvajoyeke nû li holê tune ye.
Di her du hevdîtinan de jî bal dikişîne ser geşedanên li Rojava/Sûriyeya Bakur û Rojhiat. Hûn dikarin pêşniyarên wî yên di vî warî de rave bikin?
Gotinên Birêz Ocalan ên der barê Sûriyeya Bakur de li tevahiya cîhanê deng dan û hatine nîqaşkirin. Ev tiştekî asayî ye. Ji lewre rewşa Rojhilata Navîn li holê ye. Ji ber ku hêzên kûrewî, hêzên herêmî nikarin meseleyê çareser bikin û bi ser de meseleyên heyî kûrtir dikin. Di vî warî de Birêz Ocalan tenê bi pirsgirêka kurd re sînorkirî namîne, ji bo yekîtiya Sûriyeyê û demokratîkbûyîna wê pêşniyaran berpş dike û pêşniyarên rasteqîne û mayînde berpêş dike. Bilêv kir ku jixwe helwesta xwe ya di vî warî de di parêznameya xwe ya pêncan de bi awayekî berfireh rave dike.
Birêz Ocalan, bilêv kir ku eger derfet çêbibin ew ê ji bo tevahiya prisgirêkên li Sûriyeyê bi awayekî aktîf rol bigire. Destnîşan kir ku wê fikrên wî û pêşniyarên wî tevahiya pirgsirêkên Sûriyeyê çareser bike û divê mafên sereke ên gelên din jî di çaçroveya qanûneke bingehîn de bên garantîkirin.
Birêz Ocalan, di warê mîsogeriya qanûnî de bal dikişîne ser xurtkirina rêveberiyên herêmî, xweseriya demokratîk, pergala federe. Her wiha ligel çarseriyên herêmî hevdîtinên siyasî û dîplomatîk jî esas digire. Birêz Ocalan di herdu hevdîtinan de jî bal kişand ser heasiyetên her du aliyan jî. Her wiha di hevdîtina berê de diyar kiribû ku piştî Qanûneke Bingehîn a Demokratîk a Sûriyayê ya muhtemel, dibe ji Ewropayê, ji Tirkiyeyê jî veger çêbibin.
We got nirxandinên wî yên der barê siyaseta demokratîk de hene. Hûn dikarin hînekî din vekin?
Nirxandinên xwe yên der barê siyaseta demokratîk de, di dema nîqaşên ji bo çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê û 7 xalên deklarasyonê de kirin. Diyar dike ku di kûrbûyîna pirsgirêkên civakiyî û siyasiyî de berpirsiyariya siyaseta demokratîk jî heye. Digot, bi awaykî rast kes siyasetê nake, kes pêşengtiyê ji gel re nake û her wiha got grevên birçîbûnê jî ji ber vê rû dane.
Birêz Ocalan bal kişand ser pêvajoya avakirina HDP'ê jî û got, eger di navbera netepwerstiya tirk-îslamî û netewperestiya tirk a klasîk û layî de bibûne xwediyê xeteke sêyemîn wê rêje 30 ji sedî jî derbas bikirana lê belê nikaribûye bê vê astê. Her wiha di warê rêveberiyên herêmî de jî diyar dike ku li dijî qeyûman tevdîr nehatine girtin û dibe ku heman tişt dîsa rû bide û divê ji bo gel i ser xizmeta dildariyî, şaredarîvaniyeke komunal, şaredarîvaniyeke demokratîk liv û tevgerek hebe. Her wiha got, li herêmê ji bo civakê bêyî pere ma sê kes jî nayên dîtin.
We got di her du hevdîtinan de jî bal kişandiye ser Mem û Zînê...
Ji ber her du parêzerên ji bo hevdîtinê çûn ji Cizîrê ne, ji Mem û Zînê mînak didan. Birêz Ocalan Mem û Zînê wekî trajediya tegezariyeke feodal û sancûya demokratîkbûyînê dinirxîne. Bilêv kir ku wî evîna kurd nivîsandiye û ev nivîsên siyasî ne û divê evîn heqîqî be. Digot, têkiliyên sixet û xapînok li her derî xwe didin der.
MA / Yasin Kobulan