AMED – Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, diyar kir ku Ocalan bi pêşniyarên xwe rê li ber çareserkirina pirsgirêkên Tirkiye û Rojhilata Navîn vekiriye û got: "Li cîhanê mînakên pirsgirêkên bi vî rengî hene. Çareserî jî diyalog û muzakere ye."
Piştî çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê, parêzeran hevdîtin bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re çêkirin û di 26'ê Gulanê de çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê bi dawî bûn. Ocalan, di peyama xwe de ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bal kişand ser lihevkirina civakiyî, muzakereya demokratîk û aştiyeke birûmet. Bangawaziya Ocalan ji aliyê gelek kesan ve tê nîqaşkirin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, helwesta Ocalan û peyama wî nirxand. Ozturk, destnîşan kir ku bi tecrîda li Îmraliyê re hem di warê aborî hem di warê siyasî û hem jî di warê civakiyî de rewşa Tirkiyeyê xirab bûye. Ozturk, anî ziman ku îtifaqa AKP-MHP'ê ji dêvla pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk çareser bike wekî berê dîsa serî li şidet, îmha û înkarê daye lê belê tu encam negirtine.
‘TECRÎD BERBELAV BÛ'
Ozturk, destnîşan kir ku tecrîda li ser Ocalan tenê bi Îmraliyê re sînordarkirî nemaye, li tevahiya Tirkiyeyê berbelav bûye û bi vê tecrîdê hatiye xwestin ku gelê kurd bê tunekirin. Ozturk, got: "Li Tirkiyeyê her kes tê tecrîdkirin. Mesela tu behsa aştiyê dikî ku aştî tiştekî pîroz e. Ma ji vê tiştek pîroztir heye? Na. Kesên behsa aştiyê kirin hatin binçavkirin, hatin girtin. Ev tê wateya ku gel tên tecrîdkirin. Tevahiya geln Tirkiyeyê tên tecrîdkirin. Niha muxlaif hemû hatine bêdengkirin. Yanî muxalifên hewl dan dengê xwe derxin hatin binçavkirin an jî hatin girtin. Zilmeke giran hat kirin. Nexasim jî li Kurdistanê."
‘EV BERXWEDAN JI BO ME BERXWEDANEKE DÎROKÎ YE'
Ozturk, destnîşan kir ku nexasim 4 salên dawî ye tecrîd bûye tecrîdeke mutleq û di vê pêvajoyê de li herêmê bajar hatin rûxandin, komkujî pêk hatin, siyasetmedar hatin girtin. Ozturk, bilêv kir ku ji bo ev tecrîd bi dawî bibe bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven greva birçîbûnê dest pê kir û li her derî berbelav bû. Ozturk, anî ziman ku çalakgerên greva birçîbûnê û rojiya mirinê gihaştine armanca xwe û got: "Ev berxwedan, ji bo me berxwedaneke dîrokî ye."
‘BI ÇEKÊ NAYÊ ÇARESERKIRIN'
Ozturk, anî ziman ku Ocalan di warê çareserkirina pirsgirêka kurd de tim ehlê çareseriyeke demokratîk e û got: "Helwesta Birêz Ocalan ji 1993'yan ve diyar e. Rêya çareserkirina pirsgirêka kurd, ne çek e. Hûn nikarin vê pirsgirêkê bi çekê çareser bikin. Bi çekan hûn nikarin gelê kurd biqedînin."
Ozturk, anî ziman ku ligel Tirkiyeyê li Iraq, Sûriye û Îranê jî rêbazên asîmlekirin û tunekirina kurdan hatine ceribandin, lê belê bi ser neketine û kurdan tim û tim bi berxwedanê bersiva evan êrîşan daye û got: "Birêz Ocalan ji sala 1993'yan ve vê yekê bilêv dike. Dibêje rê û rêbaz diyalog û muzakere ne. Eger li Tirkiyeyê demokrasî pêş bikve wê pirsgirêka kurd jî çareser bibe. Heta pirsgirêka kurd çareser nebe ne azadî û ne jî demokrasî û ne jîa ştiyeke birûmet wê neyê Tirkiyeyê."
'ÇAREESERÎ DIYALOG Û MUZAKARE YE'
Ozturk, bal kişand ser peyama Ocalan ku binî lihevkirina civakiyî, muzakereya demokratîk û aştiya rûmet xêz dike. Ozturk, diyar kir ku Ocalan dixwaze ev yek ji aliyê raya giştî ve bê nîqaşkirin û got: "Li cîhanê mînakên pirsgirêkên bi vî rengî hene. Çareserî jî diyalog û muzakere ye. Divê civak vê yekê bibîne û nîqaş bike. Diyar kir ku rê û rêbaz ne çek e, diyalog û muzakere ye."
‘BÊYÎ OCALAN NE PÊKAN E'
Ozturk, anî ziman ku Tirkiye ji bo destkftiyên gelên Bakurê Sûriyeyê berteref bike her tiştî dike û got: "Dewleta tirk, hikûmeta faşîst a AKP-MHP'ê û hêzên serdest û emperyal ên li Rojhilata Navîn hemû bi rol û mîsyona Birêz Ocalan dizanin. Helwesta Birêz Ocalan diyar e. Bi milyonan kurd gotiye 'Birêz Ocalan vîna min a siyasî ye.' Bi vî awayî bi milyonan kurd hem xwedî li nasnameya xwe hem jî li çanda xwe û dîroka xwe xwedî derdikeve. Careke din hem dewleta tirk hem jî hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê dîtin ku eger çareserî çêbibe ev bêyî Ocalan ne mimkun e. Divê nîqaşên bi vî rengî bêtir bên kirin. Pêşniyara Birêz Ocalan nîşan da ku rol û mîsyona wî ji bo Tirkiye û Rojhilata Navîn çi qas girîng e."
BERXWEDAN MEZIN DIBE'
Ozturk, destnîşan kir ku berxwedana çalakiyên greva birçîbûnê berxwedaneke dîrokî ye û hîn jî didome û got: "Berxwedana niha ji bo azadî, aştiyeke birûmet, Kurdistaneke azad û Tirkiyeyeke demokratîk e. Ji bo vê ye ku berxwedan didomin. Loma wê berxwedan xurtir bibe. Grevên birçîbûnê careke din nîaşn dan ku bêyî berxwedanê tu pirsgirêk çareser nabin. Ev ebrxwedan em xurtir kirin. hem berxwedana dayikên kitanspî hem jî berxweedana çalakgerên greva birçîbûnê hêz dan me. Loma divê berxwedan bi awayekîx urtir bidome."
MA / Mehmet Şah Oruç – Ozgur Paksoy