AMED – Nûnerê DÎHA'yê yê Herêma Amedê Kadrî Kaya di 29'ê Cotmeha 2018'an de jiyana xwe ji dest dabû. Lê 3'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê, piştî mirina Kaya bi 8 mehan, 2 sal û mehek ceza li Kaya birî. Dadgehê di biryara xwe de diyar kir ku cezayê hatiye birîn bi tu awayî nayê taloqkirin.
Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Êlihê, piştî mirina Nûnerê DÎHA'yê yê Amedê ya bi KHK'ê hat girtin Kadrî Kaya 2 sal û mehek ceza lê birî. Dadgehê bi tawanbariya "alîkariya rêxistinê" ceza li Kaya birî û di biryara xwe de diyar kir ku cezayê hatiye birîn bi tu awayî nayê taloqkirin. Dadgeha dadgeha herêmî 2 sal û mehek ceza li rojnamevan Kadrî Kaya, Erdogan Altan û Mehmet Karabaş birîbû, lê belê Dadgeha Bilind di sala 2014'an de cezayê hatiye birîn xera kir. Vê carê Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Êlihê heman ceza li her sê rojnamevanan birî. Her çend mirina Kaya di ÛYAP'ê de dixuyê jî dadgehê ceza li Kaya, Erdogan Altan, Mehmet Karabaş û sê kesên di heman dosyeyê de ne birî. Dadgehê ji bo Kadrî Kaya ku di 29'ê Cotmeha 2018'an de jiyana xwe ji dest da diyar kir ku cezayê lê hatiye birîn wê neyê taloqkirin.