WAN – Endamê Egîtîm-Sen’ê Mahmût Pala yê bi KHK’ê hat îxrackirin, li Erdîşê tevî kedkarekî tenduristiyê yê hat îxrackirin kirtasiyeyek vekir. Pala wiha got: “Em ê pêşerojeke bi rûmet ji zarokên xwe re bihêlin, lê wê ev feraset dizî, bêedaletî û gendeliyê ji zarokên xwe re bihêle.”
Li Wanê, kedkarê perwerdehiyê Mahmût Pala ku di 29’ê Cotmeha 2016’an de bi KHK’ê hat îxrackirin, tevî hevalekî xwe yê kedkarê tenduristiyê ku ew jî bi KHK’ê hat îxrackirin li Erdîşê kirtasiyeyek vekir. Pala, got ku wan li hemberî kirtasiyeyên monopol kirtasiyeke alternatîf vekiriye.
Pala ku rêveberê Şaxa Egîtîm Sen’a a Wanê ye, anî ziman ku perwerdekarên hatine îxrackirin dîsa jî xizmeta civakê dikin. Pala wiha got: “Piştî vê pêvajoyê em ê tim di nav civakê de bin û bi pirsgirêkên civakê re eleqedar bin. Kesên dixwazin em dev ji vê yekê berdin û jiyanê li me jehrî dikin, bila fedî bikin. Em ê fedî nekin. Em ê pêşerojeke bi rûmet ji zarokên xwe re bihêlin, lê wê ev feraset dizî, bêedaletî û gendeliyê ji zarokên xwe re bihêle.”
‘NIKARIM BÊDENG BIMÎNIM’
Pala, dayika Taybet Înan a ku di dema qedexeyên derketina derve de bi rojan cenazeyê wê li nêv kuçeyê hat hiştin bi bîr xist û wiha got: “Dema li vî welatî zarok, jin, ciwan û extiyar dimirin, ez nikarim bêdeng bimînim. Dema bedenên zarokên biçûk têxin sarincê, ez nikarim bêdeng bimînim. Heke em bi vî awayî nejîn, wê civaka heyî sererast nebe. Bi 3-5 hezar lîreyî mirov hestiyar nabe. Jiyan bi civakê re xweş e. Jiyana takekesî ne tu jiyan e.”
'ME XWEST EM RÊ LI BER MONOPOLBÛYÎNÊ BIGIRIN’
Pala, anî ziman ku karê kirtasiyeyê karê perwerdekaran e û wiha got: “Perwerdekar bi tiştên li vir tên firotin dizane. Li vir em zû pêwendiyê bi mirovan re datînin. Pêdiviya Erdîşê jî bi tiştekî wisa hebû. Li Erdîşê feraseteke kirtasiyeyî ya monopol hebû. Me xwest em vê ferasetê jî bişikînin û em bi ser ketin. Pêwendiya me ya bi gel re didome. Armanca me ya sereke ne pere ne, peydakirina kirtasiyevaniyeke alternatîf e.”
DERIYÊ ME JI BO HEMÛ KEDKARAN VEKIRIYE’
Pala, diyar kir ku lêgerîna ji bo edaletê ya kedkaran didome û Egîtîm-Sen piştevaniya wan dike. Pala, diyar kir ku divê tim alternatîfên wan hebin û divê ew ne li benda karmendî û karê dewletê bin. Pala, dest nîşan kir ku deriyê cihê wan ji bo hemû kedkaran vekiriye û wiha got: “Tu carî milkbûna taybet bala min nekişandiye. Ji niha û pê ve heke hevalên bên îxrackirin hebin û bên vir, em dikarin bi tevkarî vê kargehê bi rê ve bibin.”
MA / Ugur Atabay