WAN – Saliha Turker ku li Gundê Elîaxayê yê 7 kîlometreyan dûrî navçeya Miksê dijî, heftê du rojan keça xwe Gulîstan a 15 salî ya berasteng li pişta xwe dike û tîne navenda rehabîlîtasyonê ya li navçeyê.
Li gundê Elîaxa yê girêdayî navçeya Miksê ya Wanê û 7 kîlometreyan dûrî navçeyê ye, ji ber riya wê tune ye havînan tenê heftê du caran wesayît diçê, lê zivistanê qet naçê. Li vî gundî herî zêde jî welatiya bi navê Salîha Turker bi zehmetiyan re rû bi rû dimîne. Turker her hefte keça xwe ya berastenga zihnî û bedenî Gulîstana 15 salî li ser pişta xwe dike û dibe navenda rehabîlîtasyonê ya li navenda Miksê ye. Dayik Turker, 4 kîlometreyên ewil keça xwe li ser pişta xwe dike. Di riya mayî de jî heke wesayîtekê bibîne pê diçe, lê dema nebîne dîsa keça xwe heta navenda navçeyê li ser pişta xwe dike. Dayik Turker, diyar dike ku herî zêde jî ew zivistanê zehmetiyan dikişîne.
Turker, di temenekî biçûk de tê zewicandin û her ku diçe zor û zehmetiyên jiyanê dinase. Turker, dema 16 salî ye bi kurê xalê xwe re tê zewicandin û ji ber bi xizmê xwe re zewiciye, 3 zarokên wê bi awayekî berasteng tên dinyayê. Ji van zarokan dudo jê jiyana xwe ji dest didin. Her çi qas wê demê nexwestiye bizewice jî, lê li ser israra malbatê tê zewicandin. Turker, diyar kir ku ji zarokên wê yên berasteng yek jê di 5 saliya xwe de û yek jê jî di 2 saliya xwe de jiyana xwe ji dest daye. Turker wiha domand: “Di temenekî ciwan de bi zor û zehmetiyên jiyanê re rû bi rû mam. Hem min karê gund dikir, hem jî li zaroka xwe ya berasteng dinerî. Bi melê sibê re hişyar dibûm û heta berdestê êvarî dixebitîm. Li gel vê min li zaroka xwe ya ku muhtacî min bû jî dinerî.”
‘EZ BIÇIM KUDERÊ GULÎSTAN LI SER PIŞTA MIN E’
Turker, got ku ew nizane roj çawa derbas dibin û wiha got: “Heke ne ji vê pirsgirêka rê bûna, wê tedawiya Gulîstanê bi awayekî baştir bi rê ve biçûna. Belkî jî evqasî bi pêş neketana.” Turker, got ku her diçe rewşa zaroka wê xerabtir dibe. Turker, diyar kir ku rapora keça wê ji sedî 100 e û nikare bi tena serê xwe tiştekî jî bike. Turker wiha got: “Gulîstan 15 salî ye, lê wek zarokan e. Dema ez zarokên din dibînim li ber dikevim. 5 deqîqeyan jî nikarim zaroka xwe bi tenê bihêlim. Ez biçim kuderê li ser pişta min e.”
Turker, got ku dema Gulîstan pir li malê dimîne digirî û ev tişt gotin: “Dixwaze biçe navenda rehabîlîtasyonê. Heke ez wê nebim wir, lê ji dêvla wê ez wê dibim mala cîranan. Dema mirovan dibîne kêfxweş dibe. Dema li malê dimîne digirî. Zivistanê birina wê ya dibistanê zaf zehmet e. Lê em mecbûr in. Dema nexweşek me yê/a rewşa wî/ê lezgîn çê bibe, zivistanê em wî/ê bi kaşkaşkê dibin. Bi rastî jî halê me ev e. Em nizanin em ê çi bikin.”
‘EM DIXWAZIN DAWÎ LI VÊ REWŞÊ BÊ’
Turker, got ku bi salan e ew Gulîstanê li ser pişta xwe dike û wiha domand: “Lê êdî ez jî extiyar dibim. Û ev rewş bi min zehmet tê. Ji bo ez Gulîstanê bibim navenda rehabîlîtasyonê ez heta 4 kîlometreyan dimeşim. Li wir jî li kêleka rê disekinim, da wesayît derbas bibin. Yanî ez bi hemû tiştên wê re eleqedar dibim. Nebûna riyan ji bo me gelekî zehmet e. Divê demildest çareyek ji vê re bê dîtin. Divê dawî li vê rewşê bê.”
MA / Seda Taşkin