SAKARYA - Danişîna doza Hîkmet Usta yê ku Kadîr Sakçi li Navçeya Hendekê ya Sakarya ji ber got 'Em Kurd in" kuşt û kurê wî Burhan birîndar kir hat dîtin. Di danişînê de daxwaza hemû parêzerên Sakçi red kirin.
Li navçeya Hendek a Sakarya Hîkmet Usta welatiyê Kurd Kadir Sakçi kuştibû û kurê wî Burhan Sakçî birîndar kiribû. 2'emîn danişîna doza Sakçi û kirê wî hat dîtin. Danişîn li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Sakaryayê hat dîtin. Di danişînê de bersûc Hikmet Usta jî di danişênê de amade bû. Burhan Sakçî û malbata wê amade bûn. Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiye (OHD) amade bûn. Di danişînê de Kurê bersûc Hikmet Usta, yê li Girtîgeha tîpa L a Sakaryayê Mert Usta wekî şahid tev li danişînê bû. Mert Usta bi SEGBİS'ê tev li danişînê bû. Mert Usta got 'Ezê bibim şahid' li ser vê yekê heyeta dadgehê bêyî su sond bixwe xwest agahî bide. Mert Usta parastina bavê xwe kir û
Piştre parêzeran parastin kirin û xwestin dîmenên karemara bên şopandin. Parêzerekî din parast ku piştî bûyêrê Kurê Hikmet Usta Mert Usta bi kêra destê xwe li yên derdorê gef xwarine û xwest serdozgeriya komarê dozê veke.
Lê heyeta dadgehê piştî danişînê hemû daxwazên parêzeran red kir
Heyetê danişîn taloqî 12'ê îlonê kir.