ÊLIH – Parlementerê HDP'ê yê Êlihê Ruştu Tiryakî, ji bo operasyonên derî sînor got: "Pirsgirêka kurd bi operasyonên leşkerî çareser nabe." Tirkayî, anî ziman ku ji bo pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane bê çareserkirin divê her kes destê tê xwe bin kevir.
Operasyona Hêzên Çekdar a Tirk (TSK), a derî sînor ku li Herêma Kurdistana Federe ya Iraqê da destpêkirin di roja çaran de didome. Ev operasyon piştî peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku got çareserkirina pirsgirêka kurd pêdivî bi diyalogê heye, hat destpêkirin. Parlementerê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî, diyar kir ku pirsgirêka kurd bi operasyonên leşkerî çareser nabe.
'BERÎ JÎ HATIN CERIBANDIN'
Tiryakî, bilêv kir ku partiyên kurdan û HDP 30 sal in destnîşan dikin ku pirsgirêka kurd dê bi rêbazên demokratîk û aştiyane bê çareserkirin û got: "Lê operasyonên mezin hatin kirin. Tu operasyon encam negirtin. Bi operasyonan gelek mirovên ciwan jiyana xwe ji dest dan. em her tim dibêjin êdî bes e. Pirsgirêka kurd bi operasyonên derî sînor nayê çareserkirin."
‘EM HÊVÎDAR IN NE JI BO HILBIJARTINÊ YE'
Her wiha Tiryakî, diyar kir ku operasyon berî hilbijartina 23'yê Hezîranê dest pê kiriye û got: "Em hêvîdar in ne ji bo hilbijartinê ye." Tiryakî, destnîşan kir ku li tu deverê cîhanê polîtîkaya di ser xwîn û rondikan re tê kirin nayê qebûlkirin. Tiryakî, diyar kir ku ew di meha Remezanê de ne û ji cejnê re hindik maye û got: "Wexta em li dîroka îslamê dinerin, gelek operasyon û şer ji ber meha Remezanê û cejnan hatine sekinandin. Hêvîdar im ev operasyon jî demildest bi dawî bibe. Çi dibe bila bibe em naxwazin mirov bimirin û divê em nehêlin."
‘DIVÊ MUXALEFET AŞTIYÊ BIPARÊZE Û BITÊKOŞE'
Tiryakî, destnîşan kir ku HDP tim aştiyê diparêze û divê muxalefet jî bi heman awayî aştiyê biparêzer û bitêkoşe. Tiryakî, anî ziman ku ji bo aştiyê ew HDP çi ji destê wan bê ew ê bikin û got: "Li vî welatî pêvajoya çareseriyê pêk hat. 70 ji sedî yê vî welatî destek daye vê pêvajoyê. Em hêvîdar in ku aştî bê vî welatî. Hêvîdar im ji bo aştî û aramî bê vî welatî her kes tev bgere. Di vî warî de em amade ne. Çimkî polîtîkaya sereke ya partiya me aştî ye. Rawestandina xwîn û rondika ye."
Tiryakî, helwesta muxalefetê ya ji bo pirsgirêka kurd jî rexne kir û diyar kir ku divê hikûmet di vî warî de gavina bavêje. Tiryakî di vî warî de CHP'ê bi tirsonekiyê tawanbar kir û got: "Halbûkî hikûmetê ev kiribû. Dikarin dîsa bikin. Ez evan rexneyan tenê li CHP'ê nakim, li tevahiya muxalefetê dikim. Divê mirov wêrek be. Em aştiyê diparêzin, em dixwazin li vê xakê, li Rojhilata Navîn xwîn bisekine, rondik nebarin."
Tiryakî, destnîşan kir ku divê operasyonên leşkerî bi dawî bibin û ji bo pirsgirêka kurd bi awayekî aştiyane û demokratîk bê çareserkirin divê her kes destê xwe têxe bin kevir û got: "Di hevdîtinên li Îmraliyê de Birêz Ocalan fikrên xwe aşkere kirin. Em dibînin ku hîn jî pozîsyona xwe ya 2013'an diparêze. Em jî wisa difikirin ku ev pirsgirêk bi rêbazên demokratîk û aştiyane bê çareerkirin. Ocalan behsa vê yekê dike. Hêvîdar im tevahiya Tirkiyeyê guh bide êv yekê da êdî em ciwanan nespêrin axê."