Dayikên Laçik spî: Heta tecrîd bi temamî bê şikandin em ê li ber xwe bidin

  • rojane
  • 09:10 31 Gulan 2019
  • |
img

STENBOL - Dayikên Laçi spî ku li ber girtîgehan bi rojan ji bo zarokên xw eyên di greva birçîbûnê de nobet girtin, diyar kirin ku ew bi peyama Ocalan hestiyar bûne û gotin: "Ji bo şikandina tecrîdê wê berxwedana me bidome." 

 
Piştî bangawaziya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê bi dawî bûn. Ji bo şikandina tecrîdê herî zêde dayikên kitanspî piştgirî dan grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê. Bi rojan li ber girtîgehan nobet girtin. Ocalan, di hevdîtina 22'yê Gulanê de bi rêya parêerên xwe peyamek şand û diyar kir ku helwesta dayikan pir girîng e û ew silav kirin. 
 
‘EM NAXWAZIN CAREKE DIN TECRÎD PÊK BÊ' 
 
Ayşe Yavûz ku kurê wê Halît Yavûz di Girtîgeha Umraniyeyê de ye, anî ziman ku peyama Ocalan ew pir kêfxweş kiriye û piştî şiakndina tecrîdê zarokên wan ji greva birçîbûnê derketine. Yavûz, got: "Em naxwazin careke din tecrîd pêk bê. Em dixwazin hevdîtinên bi Ocalan re bi awayekî rêk û pêk pêk bên. Çawa em diçin girtîgehê zarokên xwe dibîjnin, em dixwazin malbata Ocalan jî wisa biçe û bê. Em dixwazin her hefte parêzer biçin." Yavûz, destnîşan kir ku kurê wê gotiye eger careke din tecrîd pêk bê ew ê careke din bikevin greva birçîbûnê û li ber xwe bidin. Yavûz, got: "Em naxwazin tiştekî wis abiqewime. Çimkî em aştî, edalet û biratiyê dixwazin. Em şer naxwazin. Çimkî şer qirêj e. Em naxwazin ne dayikên gerîlayan ne jî dayikên leşkeran bigirîn. Em mirinê naxwazin." 
 
‘BILA ZAROKÊN ME RAKIN NEXWEŞXANEYÊ' 
 
Sînem Guzel ku keça wê Hatîce Guzel di Girtîgeha Bakirkoyê de ye, ji ber grevên birçîbûnê bi dawî bûne û tecrîd rabûye kêfxweş in. Guzel, destnîşan kir ku di dema grevên birçîbûnê de ew li qadan bûne û heke bivê ew ê dîsa dakevin qadan û got: "Înşelleh em ê xeberên xweştir bigirin. Em naxwazin tahde li eksî bê. Em naxwazin li zarokên me jî bê kirin. Em dixwazin rojek berî rojekê zarokên me rakin nexweşxaneyê û em li cem wan bin." 
 
‘DAYIKÊN KITANSPÎ BI SER KETIN' 
 
Fatima Ozdemîr ku kurê wê Yûsûf Ozdemîr li Girtîgeha Şakranê de ye, bilêv kir ku ew naxwazin darbest ji girtîgehan derkevin û got: "Înşelleh em ê di siberojên azad de li cem Leyla Guven û hevalên wê bin. Em bi ser ketin. Girtî û dayikên kitanspî bi ser ketin." 
 
Sîmanperî Akyildiz ku keça wê Kubra Akyildiz di Girtîgeha Bakirkoyê de ye, got: "Em dayikên kitanspî ne. Ez dayika lehenga me ku li girtîgehan li ber xwe didin. Em dayik tim li qadan bûn. Li ber girtîgehan bûn. Em li ber girtîgehan rûniştin. Em bi ser ketin. Me tecrîd ali Îmraliyê şikand. Û zarokên me çalakiya xwe bi dawî kirin. Em derb kirin. Em hatin binçavkirin. Lê me dev ji berxwedana xwe berneda. Heke bivê em ê careke din li ber xwe bidin. Serkeftin a me ye." 
 
‘EM BI WAN SERBILIND IN' 
 
Herdem Demîr ku keça wê Semra Demîr di Girtîgeha Bakirkoyê de ye, diyar kir ku wan li ber girtîgehan nobet girtiye. Demîr, got: "Em dizanin em gihaştin armanca xwe. Em bi ser ketin. Em deyndarê kesên bedena xwe dan ber birçîbûnê. Em bi wan serbilind in." 
 
‘ZAROKÊN ME TEDAWÎ BIKIN' 
 
Demîr, bi bîr xist ku ew çûye girtîgehê û got: "Îdareya girtîgehê bêtir bis er wan de diçe. Tenê zarokên me birine revîrê. Lê em dixwazin wan rakin nexweşxaneyê. Greva birçîbûnêq ediya, lê ji ber zarokên me nabin nexweşxaneyê em xemgîn in." Ji bo tedawiya girtiyan Demîr bang li Wezareta Tenduristiyê kir û got: "Zarokên me bibin nexweşxaneyê. Eger hûn nebin nexweşxaneyê, em dayik em ê careke din bên ber girtîgehan." Her wiha Demîr ji bo peyama Ocalan jî got: "Nexasim peyama Birêz Ocalan a jib o dayikên kitanspî em pir kêfxweş kirin." 
 
Dayik Aştiyê Sabîha Bozan ku li ber Girtîgeha Gebzeyê piştgirî dida dayikan, anî ziman ku ji ber parêzer bi Ocalan re hevdîtin çêkirine ew pir kêfxweş in û ev hevdîtin hêviyek li wan peyda kiriye ûg ot: "Me dizanibû wê bi peyama Îmraliyê zarokên me greva xwe bi dawî bikin." Bozan, ji bo peyama Ocalan a ji bo dayikan jî got: "Ocalan, em dayik silav kirin. Wexta me silava wî girt ji kêfan em giriyan." 
 
 
Her wiha Bozan ji bo tedawiya girtiyan bang li Wezareta Dadê û Wezareta Tenduristiyê kir û got: "demildest zarokên me bi rêbazên mirovane tedawî bikin." 
 
‘3 CARAN HATIM BINÇAVKIRIN' 
 
Dayika Aştiyê Guler Bûgday jî, ji roja ewil tev li nobeta li ber girtîgehan bûye. Bûgday, got: "Ji bo em li ber girtîgehan nobetê negirin, hêzêên taybet şandibûn. Di roja dayikan de di binçavan de bûm. Tu gotin nema ji dayikan re negotin. Heqaret li me dikirin. Lê dîsa jî me tim aştî bilêv dikir. 3 caran hatim binçavkirin, lê me dev ji têkoşîna xwe  berneda çimkî daxwaza zarokên me daxwazeke mafdar bû." 
 
Her wiha Bûgday ji bo peyama Ocalan a ji bo dayikan jî got: "Felsefeya sereke ya Ocalan hezkirin û jiyan e. Me careke din jîd ît ku Birêz Ocalan ehlê jiyanê ye. eger aştî çêbibe wê bi saya jinan çêbibe. Em dayik ji bo aştiyê bi israr in û em ê aştiyê bînin. Em bi peyama Ocalan pir kêfxweş bûn." 

Sernavên din

31/05/2019
16:40 Îmam Şîş: Ev berxwedan rojên herî bi awate yên jiyana min bûn
15:40 Ekîn Ceren hat bibîranîn
15:24 Koordînasyona Krîz û Şandeya Şopandinê: Bi hinceta cejnê sewq rawestandin
15:19 Endamên Meclisa Şaredariya Dersimê: Daxwaza gel e
14:33 Di nîqaşa tabelayê de ji Dersimê bertek : Tûncelî navê komkujiyê
14:07 TJA: Em ê destûrê nedin tarîtiyê
13:53 Di Doza Panzêrê de mutalaa hat dayîn: Gotinên derbarê midurê polisan de derbasî girtekan nekirin
13:30 Mexdûrên îşkencê ji Erdogan re gotin: Ma me îşkence li xwe kiriye?
12:18 Beştaş: Li şûna reformê pêwistî bi guherîna qanûnê ya şênber heye
12:10 'Tirkiye di şerê navxweyî yê Lîbya de aligire!'
11:38 Li Amedê kesek hat girtin
11:24 Turkdogan: Têjekirina naveroka reformê em ê li Meclisê bibînin
10:03 Hdp’ê li Amedê fitar da
09:42 Li Sîlopî ciwanan bal kişandin ser tiryak û fihûşê
09:35 Meclîsa Bajarê Kerkûkê: Êrîşên terorîstî ji bo fitneyê ne
09:11 Tîryakî: Pirsgirêka kurd bi operasyonên leşkerî çareser nabe
09:10 Dayikên Laçik spî: Heta tecrîd bi temamî bê şikandin em ê li ber xwe bidin
09:10 Kiryar tên berdan, mexdûr dimirin
09:08 921 roj in li Wanê çalakî qedexe ne!
09:07 Dayikên girtiyan: Şikandina tecrîdê pir girîng e, armanca sereke azadiya Ocalan e
09:00 ROJEVA 31'Ê ADARA 2019'AN
08:33 Mufetîş ji bo îfade bidin bangî endamên Meclîsa Şaredariya Dersimê kir
30/05/2019
17:03 Strana 'Bewar' gihîşt guhdarvanan
15:55 Jinên Wanî: Emê li dijî tecawî dengê xwe bilind bikin
15:40 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê TÎS'ê îmze kir
15:34 Ji polîsê bersûc ê rû bi rû ketin re pirsa ‘Qatîl! Te çima kuşt? kir
14:43 Li Bandirmayê girtiyan sewqî nexweşxaneyê nakin
14:37 14 Çalakgerên grevê ji nexweşxaneyan hatin derxistin
14:27 Serekkeşeyê Mêrdînê Ozmen serdana Mizrakli kir
14:23 Rojnameger Filîz Zeyrek tehliye bû
14:20 Başaran: Em bi nêzîkatiyên jiyana girtiyan dixin talokê re rû bi rû ne
13:59 Parêzerên Ocalan serlêdana ji bo hevdîtinê kirin
13:49 HDP'ê derbkirina belavkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Hasan Ceyhan bir Meclisê
13:36 Li Kurkçulerê girtî nayin derman kirin
13:07 Rojnameger Çetîn Kûrşûn 3 sal ceza girt û tehliye bû
12:27 OHD'ê ji bo girtiyên ranakin nexweşxaneyê serî li AYM'ê da
12:26 Li Oltû girtî ji nexweşxanê derxistin
12:08 Li Qeyseriyê piştî serûm dan girtiyan rewşa wan xerab bû
12:03 HDP: Çareserî ne operasyon muzakereyên demokratîk in
11:23 Aqûbeta 3 hezar Êzidiyan nayê zanîn
11:23 Cenazeyê xwendekarê ku şiqitibû çem hat dîtin
11:07 Ji Amerîka, Rûsya û Îsraîlê civîna "Ewlehiya Rojhilata Navîn"
10:58 Di doza panzerê de parastin temam bû, li bendê ye dozger mutalaa bide
10:40 Bîlîcî: Xwedî li leşker û polîsên dîlgirtî dernakevin
09:51 Kurkçu: ‘Lihevkirin' berdewamiya mantiqî ya 'nexşeya rê' ya Ocalan e
09:38 Zaroka 5 salî ya rastî tecawizê hat bi birîndarî hat dîtin
09:18 Ji ber krîzê kes hew li def û zirnê jî dixe
09:17 Wezaretê destûr da, lê dadgehê got sûc e
09:17 Wê Desteya Hakeman a Bilind biryara dawî ya ji bo TUPRAŞ'ê bide
09:16 Ji ber wêneyê şînê girt doz lê hat vekirin
09:15 Xweziya xwe bi cejnên berê tînin: Êdî kes şekirê cejnê jî nakire!
09:15 Hevserokê Giştî yê DBP'ê Arslan: Bangawaziya Ocalan ji bo îktîdar û gelên Tirkiyeyê şansek e
09:00 ROJEVA 30'YÊ GULANA 2019'AN
29/05/2019
21:10 Der barê rojnamevan Kadrî Gursel de biryara tahliyeyê
16:25 Parlamenter tabûrcî bûn
16:14 Li Amedê 9 girtî tabûrcû bûn, tedawiya 27 girtiyan dewam dike
15:50 Li Sêrte çolterên 2 tax û 2 gundan ji bo 15 rojan hatin qedexekirin
15:49 Daxwaza rawestandina darizandina Leyla Guven hat red kirin
15:39 Operasyona leşkerî ya li Heskîfê bi dawî bû
15:16 Li Dersimê 6 zabita hatin binçavkirin
14:59 Malbatên leşker û polîsên dîlgirtîne li Meclîsê HDP û CHP ziyaret kirin
14:46 Heyeta Şopandina Greva Birçîbûnê banga 'Rêbera tedawiyê pêk bînin' kir
14:36 Malbatên leşker û polîsên dil girtî: Êdî bila çareserî pêk bê!
13:26 Piştî peyama Ocalan bi moraltirin
13:20 28 kesên li Xelfetî hatibûn binçavkirin anîn edeliyê
13:05 Doza JÎTEM'ê ya Qoserê: Rastiya sûcê dewletê nayê veşartin
12:45 Şaredariya Akdenîzê 227 karkerî ji Genel-İş'ê da îstifakirin
12:35 Li Pêrtaxê 4 kes hatin binçavkirin
12:34 Dadger ji parêzer re got: Dawa te pir kurte
12:21 Qata ku betona wê dihat rijandin rûxiya: 3 kes birîndar bûn
12:10 UKB'ê paşde gav avêt: Kûrkût bi guleya pekiyaye hatiye kuştin
11:30 ‘Emê şanoyê mîna şoreşekê li kolan û koçeyan bigerînin’
10:52 ÎHD: Girtiyên greva birçîbûnê di wesayîta rîngê de bi saetan bêav hiştin
10:30 Hevseroka Giştî ya SES’ê Erden: Divê wezaretên Dadê û Tenduristiyê bi me re tevbigerin
09:15 Dayikên Laçik spî: Peyama Ocalan bû cihê hêviyê
09:14 Qeyûmê Cizîrê ji bo 'meaşê' xwe yê 15 rojan şaredarî da ber îcrayê
09:13 Midûra qeyûm amûr û alav li kamyonê bar kirin û birin
09:13 Parêzerê Ocalan: Ji bo gelên Tirkiyeyê bû cihê hêviyek nû
09:12 'Tenê ne bavê me, zarokatiya me jî ji me standin'
09:11 Keça wê li girtîgehek dine lê ew li Amedê nobetê digire
09:10 Ji ber destek dan çalakiyên greva birçîbûnê 51 hezar TL ceza li wan hat birîn
09:09 Ji bo biçin zozanan, divê pêşî di lêpirsînê re derbas bibin
09:09 Dayika Zulkuf Gezen: Ez hatim ku mizginiyê bidim te
09:00 ROJEVA 29'Ê GULANA 2019'AN
28/05/2019
16:24 Girtî di bin kontrola 2 gardiyan, 2 leşker û polisekî de tên tedawîkirin
15:52 Di Doza JÎTEM’ê ya Qoserê de, ji bo bersûcan beraet xwestin
15:09 Girtiyên Siwêregê berî ku tedawiya wan temam bibe birin girtîgehê
14:49 Buldan: Dawiya têkoşîna demokratîk, teqez muzakereyên demokratîke
14:32 Şahidê doza Rojnameger Ataman: Bêyî ku bixwînim beyanan îmze kir
13:55 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:50 ÎHD: Girtî bi awayekî komî sewqî nexweşxaneyan tên kirin
13:46 Li Rihayê niha jî ‘îşkenceya bêşop’
13:00 Li Dihê 2 kes hatin berdan
12:59 4 kes li Edenê hatin binçavkirin
12:51 Li Kalkandereyê 80 girtiyan greva birçîbûnê duh bi dawî kir
12:45 Nêçîrvan Barzanî bû Serokê Herêma Kurdistana Federe
12:22 Belavkarê Yenî Yaşamê: Ji hêla polis û ewlekaran ve saet hatim derbkirin
12:13 Baroya Riha: Dozger derbarê işkencê dê lidipirsin dest pê kiriye
11:49 Çalakgerên rojiya mirinê yên Bakirkoyê sewqî nexweşxaneyê hatin kirin
11:29 Darizandina DAIŞ'iyan: Ji bo dadgeha navneteweyî nameyek 8 xal