AMED - Di sala 1996'an de li Girtîgeha Amedê 10 girtî hatibûn kuştin û 24 jê jî birîndar bibûn û doz jî ji ber demboriyê hatibû betalkirin. Yek ji mexdûrên Komkujya Girtîgeha Amedê Ramazan Yavûz, çend roj berê ji ber pençeşêrê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê, di sala 1996'an de polîs, leşker û gardiyanan li girtiyan dabûn û 10 girtî hatibûn kuştin û 24 jê jî birîndar bibûn. Doza hat vekirin, ji ber demboriyê betal bû. Lê çend roj berê Ramazan Yavûz ku di vê komkujiy de birûndar bibû ji ber nexweşîna pençeşêrê li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê jiyana xwe ji dest da.
Yavûz, wexta xwendekarê Fakulteya Aboriyê ya Zanîngeha Anadolû ya Eskîşehîrê bû, di sala 1994'an de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin û wî xistin Girtîgeha Tîpa E ya Amedê. Di 24'ê Îlona 1994'an de Yavûz jî di komkujiya li girtîgehê de birîndar bibû. Piştî komkujiyê ji ber lêdanê Yavûz ji ser hişê xwe diçe û wî sewqî Girtîgeha Dîlokê dikin û li wir tê tedawîkirin.
Ji ber Yavûz di dema binçavkirinê de hat îşkencekirin û ji ber di komkujiyê de birîndar bû, piştî demekê nexweşîna pençeşêrê lê peyd ibe. Piştî 10 salên girtîgehê di sala 2004'an de tê berdan û 3 sal berê teşhîsa pençeşêrê tê dayîn. Bavê zarokekî Yavûz, ji ber nexweşîna wî zû nehatiye teşhîskirin, li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê jiyana xwe ji dest da.
Yavûz li Goristana Deriyê Mêrdînê hat veşartin.
ÇI QEWIMÎ BÛ?
Di sala 1996'an de li Girtîgeha Amedê, gardiyan û leşkeran êrîşî girtiyan kiribû û bi awayekî dijwar li wan dabûn. Di vê lêdanê de 10 girtî jiyana xwe ji dest dabûn û 24 jê jî birîndar bibûn. Piraniya girtiyan di dema hevdîtina bi malbatê re, li be rçavên xizmên xwe hatibûn derbkirin.
Paşê doz hat vekirin û leşker, polîs, gardiyan, bijîşkê girtîgehê û midûrê girtîgehê jî di nav de 72 kes hatin darizandin. Doz di 27'ê Sibata 2006'an de bi dawî bû û di dozê de 62 bersûc bi "bi qesdî kuştina gelek kesan", "bi xerabî bikaranîna peywirê" hatin tawanbarkirin û her kê 5 salan ceza li wan hatibû birîn û 3 salan jî ji peywirê hatibûn dûrxistin. Dadgehê der barê 3 bersûcan biryara beraatê dabû û der barê 7 bersûcan de jî biryara dmeboriyî dabû.
Daîreya 1'ê ya Dadgeha Bilind jî bi hinceta lêpirsîn baş nehatiye kirin biryar xera kiribû û careke din dosye ji dadgeha herêmî re şandibû. Di meha Kanûnê ya 2012'an de dozger xwestibû ji ber demboriyê dosye bê girtin.
Her wiha ji ber dosye di wextê xwe de bi dawî nebûye serî li DMME'yê jî hatibû dayîn û DMME'yê di sala 2010'an de Tirkiyeyê mehkûm kir û xwest Tirkiye 798 hezar eûro tazmînatê bide.
Danişîna dawî ya dozê di 23'yê Gulana 2019'an de li Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan pêk hat û ji ber demboriyê dosye hat girtin.