MÊRSÎN - Dayikên girtiyan diyar kirin ku şikandina tecrîdê pir girîng e û armanca wan a sereke azadiya Ocalan e û gotin: "Heta azadî neyê em ê dev ji çalakiyên xwe bernedin."
Piştî peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê yên li dijî tecrîdê bi dawî bûn. Dayikên girtiyan diyar kirin ku niha jî dem dema aştiyê ye.
Kadriye Ogûz ku kurê wê Aydin Ogûz di Girtîgeha Tîpa E ya Gîresûnê de ye, diyar kir ku ji ber çalakiya greva birçîbûnê bi bi ser ket û bi dawî bû ew kêfxweş in. Ogûz, bilêv kir ku bi şikandina tecrîdê re divê êdî tecrîda li ser Ocalan û giritan bi dawî bibe. Ogûz, anî ziman ku ew jî wekî zarokên xwe li dijî tecrîdê têkoşiyane û got: "Wexta em li kuçeyan têdikoşiyan li ser me zext û zorî hebû. Êrîşî me kirin, heqaret li me kirin. Ji bo tecrîd bi dawî bibe û aştî çêbibe me li ber xwe da. Em dayik in, em aştiyê dixwazin. Heta aştî neyê welat em ê dev ji çalakiyên xwe bernedin."
‘EM Ê LI KUÇE Û KOLANAN BIN'
Meryem Erbey ku du zarokên wê û neviyek wê ketin greva birçîbûnê, destnîşan kir ku şikandina tecrîdê pir girîng e û armanca wan a sereke azadiya Ocalan e. Erbey, got: "Ji bo li Rojhilata Navîna ştî çêbibe dibe ku dewlet guh bide banga Ocalan. Divê êdî aştî bê vî welatî. Êdî bes e, bila şer biqede." Erbey, anî ziman ku ew ê ji bo demokrasiyê tim li kuçe û kolana bin û got: "Bila dayik hemû bibînin tecrîd bi berxwedanê dişikê. Loma divê her kes li ber xwe bide. Çalakiyên greva birçîbûnê bi dawî bûn lê divê em li malê rûnenên."
Avniye Sûngûr ku kurê wê Mervan Sûngûr di Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê de ye, destnîşan kir ku zarokên wan bi berxwedanê tecrîda li ser Ocalan şikandine. Sûngûr, diyar kir ku bi şikandina tecrîdê her tişt neqediyaye û got: "Bila her kes destê xwe deyne ser wijdanê xwe û ji bo tecrîd bi temamî biqede divê bitêkoşe. Tecrîd hat şikandin, niah dor dora aştiyê ye."