* Dayikên girtiyan diyar kirin ku şikandina tecrîdê pir girîng e û armanca wan a sereke azadiya Ocalan e û gotin: "Heta azadî neyê em ê dev ji çalakiyên xwe bernedin."
* 921 roj in li Wanê çalakî qedexe ne. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî yên li Wanê, bal kişandin ser vê qedeya walîtiyê û hişyar kirin ku ev yek dibe ku di civakê de bibe sedema aloziyê.
* Di sala 1996'an de li Girtîgeha Amedê 10 girtî hatibûn kuştin û 24 jê jî birîndar bibûn û doz jî ji ber demboriyê hatibû betalkirin. Yek ji mexdûrên Komkujya Girtîgeha Amedê Ramazan Yavûz, çend roj berê ji ber pençeşêrê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
* Dayikên Kitanspî ku li ber girtîgehan bi rojan ji bo zarokên xw eyên di greva birçîbûnê de nobet girtin, diyar kirin ku ew bi peyama Ocalan hestiyar bûne û gotin: "Ji bo şikandina tecrîdê wê berxwedana me bidome."
* Parlementerê HDP'ê yê Êlihê Ruştu Tiryakî, ji bo operasyonên derî sînor got: "Pirsgirêka kurd bi operasyonên leşkerî çareser nabe." Tirkayî, anî ziman ku ji bo pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane bê çareserkirin divê her kes destê tê xwe bin kevir.
* 9'emîn doza derbarê 2 polîsên li navçeya Sîlopî ya Şirnexê bi panzêrê mala du birayên hev Yildirim û bûn sedama mirina wan dê li 2'yemîn Dadgeah Cezayê Giran a Cizîrê bê dîtin. (10.00)
* Berdevkê HDP'ê Gunay Kubilay, dê derbarê rojevên heyî de li avahiya Navenda Giştî ya partiyê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)
* Yekemîn danişîna doza darbarê Havva Zor a ku bi awayekê pergalî ew û zarokên xwe rastî tundiya hevjînê xwe yê tecawîzî keça wê kir necar ma ku bikuje de hat vekirin, dê li Dadgeha Cezayê Giran a Îskenderûnê bê dîtin. (11.00-19.00)
* Hevparên ked û demokrasî yên Dersimê, derbarê navê Dersimê ya di rojên dawî de pir bû mijara nîqaşê de, dê li Qada Seyît Riza bi awayekê girtseyî daxuyanî bidin çepemeniyê. (12.00)
* Komîsyona Şopandina grevên birçîbûn û Koordînasyona Krîzê ya Marmara, rapora derbarê grevên birçîbûnê ya piştî banga Ocalan bi dawî bû de amade kirin, dê li Şaxa ÎHD'Ê ya Stenbolê bi daxuyaniyekê ji raya giştî re eşkere bikin. (12.00)
*Baroya Amedê, dê di hefteya 178'emîn de serokê xwe Tahîr Elçî yê li ber minareya çar ling a navçeya Sûr a Amedê hat kurştin, bibîr bîne. (13.30)