DERSIM - Mufetîşê Wezareta Karê Hûndir erkdar kirî, ji bo ku îfade bidin bang endamên Meclîsa Şaredariya Dersimê kirin.
Nîqaşên derbarê guhertina lewheya şaredariyê ya ku "Tuncelî" bû û weke "Dersim" bêguhertin a endamên Meclîsa Şaredariya Dersimê de berdewam dikin. Wezareta Kurê Hundir têkildarî biryara meclîsê ya guhertina navê Tuncelî mufetîşek erkdar kir. Hat hîn bûn ku mufetîş, bi telefonê li endamên Meclîsa Şaredariyê geriyaye û ji bo ku îfade bibin bangî wan kiriye ku bên avahiya Walîtiyê. Hat diyar kirin ku di hevdîtinên bên kirin de, ji bo guhertina navê "Tuncelî" dê pirs ji endamên meclîsê bên kirin.