AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi KESK'ê re Peymana Kar a Komî îmze kir.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Peymana Kar a Komî (TÎS) ku xebatkarên di statuya karmend û karmendên bi peyman digire nav xwe, bi Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) re îmze kir. Peyman ji aliyê Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli û Serokê Şaxa Tum Bel-Sen'ê ya Amedê ku girêdayî KESK'ê ye ve hat îmzekirin. Beriya îmzekirina peymanê Hevşaredar Mizrakli bi mêvanê xwe re civînek li dar xist. Piştî îmzekirinê, aliyan hev dû pîroz kirin.