EDENE - Rojnameger Filîz Zeyrek ku ji ber nûçeya şîna Şemdîn Eye yê YPG'î kiribû nûçe, hatibû girtin, di rûniştina yekemîn de tehliye bû.
Yekemîn rûniştina doza nûçegîhana Ajansa Nûçeyan a Jinan (JINHA) ku bi KHK'ê hatibû girtin Filîz Zeyrek ku di sala 2015'an de ji ber nûçeya şîna Şemdîn Eye yê YPG'î çêkiribû, li Edeneyê hatibû girtin, li 13'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Edeneyê hat dîtin. Zeyrek û 19 kesên ku pê re hatibûn girtin û berdayî tên darizandin tevlî rûniştinê bûn. Piştî tespîtkirina nasnameyan rûniştinê dest pê kir. Welatiyan sûcdariyên li ser xwe red kirin û bereeta xwe xwestin.
Rojnameger Zeyrek jî parastina xwe xwe kir û da zanîn ku bi nasnameya xwe ya rojnamegeriyê çû şînê û nûçe çêkiriye. Zeyrek sûcdariya "Endamtiya rêxistinê û propaganda" li ser xwe red kir û daxwaza bereeta xwe kir. Piştî vê yekê heyeta dadgehê Zeyrek tehliye kir û rûniştinê taloqî 24'ê Îlonê kir.
Zeyrek di 22'ê Sibata 2019'an de li Yewnanistanê hatibû girtin û teslîmê Tirkiyeyê hatibû kirin û li dadgeha ku derketibûyî hatibû girtin.