ENQERE - Ayşe Acar Başaran a HDP'î, di civîna çapemeniyê ya li Meclîsê li dar xist de, diyar kir ku girtî bi nêzîkatiyên jiyana xwan dixin talokê re rû bi rû ne û got: "Ji tenduristiya girtiyan rêveberên girtîgehan berpirsiyarin.
Berdevka Komîsyona Mafê Mirovan û Hiqûqî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Parlementera Êlihê Ayşe Acar Başaran, bi parlementerê Êlihê Necdet Îpekyuz re li Navenda Giştî ya partiyê darbarê nêzîkatî û pirsgirêkn tenduristiyên yên li dijî girtiyên dawî li çalakiya xwe ya greva birçîbûn û rojiya mirinê anîn hatin kirin de civîna çepemniyê li dar xist.
Ayşe Acar Başaran di civînê de axivî. Başaran di civînê de qala van tiştan kir:
“Li hin girtîgehan ji ber helwestên pûç li ser jiyana girtiyan tevgerên xeternak tên kirin. Bi taybetî jî li Girtîgeha Wanê. Rêveberiya girtîgeha Wanê bersivê nade randevûyên me yên civînê. Rêveberiya girtîgehê bersiv nedaye hewldanên Baroya Wanê û Yekîtiya Tabîban Tirkiyeyê jî. 8 girtiyên ku di roja pêşîn de sewqî nexweşxaneyê hatibûn kirin lê ji ber ku van girtiyan red kiribûn ku di qawîşa girtiyan de werin tedawîkirin, tedawiya wan nehatiye kirin û girtî birine girtîgehê. Hê jî ji girtîgehan tu sewq nehatiye kirin.
RANEKIRIN NEXWEŞXANEYÊ
Li girtîgeha Nimreya 1’emîn a Xarpêtê ligel ku girtiyan greva birçîbûnê bi dawî kirine, lê girtî ranekirina nexweşxaneyê. Di 27’ê Gulana 2019’an de girtî birine revîrê, tahlîlên wan ên xwînê hatine kirin lê lîsteya dîyetê û takviye nehatiye kirin. Li girtîgeha Nimreya 2’an jî ligel ku girtiyan diyar kirine wan greva birçîbûnê bi dawî kirine, Serhat Eren, Ahmet Tekîn, Yasîn Gungor sewqa wan a nexweşxaneyê hatiye kirin lê ji ber ku girtî xwîn verişiyane, ew dîsa birine girtîgehê.
Cengaver Aykûl ê ku di 16’ê Kanûnê de dest bi grevê kiribû, ranekirine nexweşxaneyê. Nîhat Bakirtaş ê ku di 1’ê Adarê de dest bi greva birçîbûnê kiribû jî sewqa wî nehatiye kirin û tiştên ku divê ji kantînê bistenda jî nehatiye peydakirin. Em diyar dikin ku rêveberiya girtîgehê berpirsê tendirustiya girtiyan e. Em bang li rayedaran dikin ku divê gavên zagonî bidin destpêkirin û ji bo tendirustiya girtiyan jî her tiştî bikin.”
'EMÊ SERLÊDANA SÛC BIKIN'
Parlementerê HDP’ê Dr. Necdet Îpekyuz jî, bal kişand ser van xalan: “Li gorî peymanên navneteweyî piştî bidawîbûna grevên birçîbûnê divê tedawî were kirin. 3 hezar kes di greva birçîbûnê de bûn. Em dibînin ku li hin girtîgehan ji bo tedawiya girtiyan tiştên şaş û xelet tên kirin. Divê li gorî rêbera Tendirustiyê ya Wezareta Tenduristiyê û Yekîtiya Tabîbên Tirk tevbigerin. Divê xwarin û vexwarina girtiyên greva birçîbûnê bi dawî kirine, li gorî vê rêberê were kirin. Bêyî ku tu kontrol û tahlîl bên kirin xwarinên bi dohn dane girtiyan. Em ê li hemberî van gavên şaş, giliyên sûc bikin. Divê rêveberiyên girtîgehê li gorî van prensîban tevbigerin. Heke dema ku girtiyan tiştek xwarin û pê êşiyan divê sewqên wan were kirin. Sewqa di rîngê de nayê qebûlkirin, divê bi ambûlansê werin sewqkirin.
Daxwaza me ev e ku saziyên sivîl ên civakî û heyetên serbixwe divê biçin serdana girtiyan û tevkariyê li pêvajoya bidawîkirina grevên birçîbûnê bikin.”