STENBOL -Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê û bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Ji rarêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Oclalan, Nevroz Uysal, Mazlum Dînç, Faik Ozgur Erol û Cengiz Yureklî , bi armanca biçin Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Hemû serlêdanên parêzerên Ocalan ên ji 27'ê Tîrmaha 2011 û heya 2'yê Gulana 2019'an kirin, bi hinceta “muxalefeta hewayê heye", “Koster xerabe ye", “Koster li tarîmê ye" “OHAL” "Astengiyên der barê girtî yên zagona hêjmar 5275'an de" serlêdanên parêzeran dihatin redkirin.
Parêzer Nevroz Uysal û Rezan Sarica, pişti 8 salan yekem car di 2'ê Gulanê de bi Ocalan re hevdîtin kirin. Parêzeran herî dawî jî di 22’yê Gulanê de hevdîtin bi Ocalan re kirin.