ENQERE - Parlamenterê HDP'ê yê Ridvan Tûran derbkirina polisan a belavkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Hasan Ceyhan bir Meclisê û ev pirs kir: "Wezaret, difikire ku derbarê polisê derveyî Qanûna Raye û Peywir tevgeriyaye kirariyeke çawa bide destpêkirin?"
Parlamenterê HDP'ê yê Mersînê Ridvan Tûran derbkirina polis û ewlekarên taubet a belavkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Hasan Ceyhan ku li stasyona metroyê ya Gayrettepeyê pêk hatibû, bir Meclisê. Tûran têkildarî mijarê bi daxwaza ku Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû bi bersivîne, pêşnûme pirsek da Serokatiya Meclisê. Tûran di pêşnûme pirsa xwe de diyar kir ku polis û ewlekarên taybet Ceylan biçûk xistine, tirsandine, gef li xwarine, dijun li kirine û derb kirine.
Tûran di pêşnûma pirsa xwe ev pirs ji Wezîr Soylû kiriye;
* Wezareta we gelo ji derbkirna Hasan Ceylan agahdar e?
* Wezareta we li dijî polis û ewlekarên taybet ên ku Hasan Ceylan derb kirine ketiye tevgerê û derbarê wan de lêpirsînek daye destpêkirin?
* Hêzên ewlehiyê yên ku memeleya xerab li welatiyan dikin, di bin kontrola we de tevdigerin?
* Wezareta we danekirinan deyne ser polis û ewlekarên taybet ku li gorî qanûnan tevnagerin? Heke deyne dê wesfê van danekirinan çi ne?
* Wezareta we derbarê polisê ku li gorî xala yekemîn a Qanûna Raye û Peywira Polisan tevnegeriyaye kirariyeke çawa difikire?
* Perwerdeyek wezareta we ya têkildarî memeleya xerab a polisan a li hemberî welatiyan ku bi armanca pêşî li tundiya polisan bigire heye?
* Polis, bi kîjan hincetê Rojnameya Yenî Yaşamê ku ji aliyê berpêşgehên qanûnî ve hatiye erêkirin û li gorî şert û mercên pîşeya rojnamegeriyê tê weşandin "qedexe" îlan kiriye û mafê derbkirina belavkarê rojnameyê di xwe de dîtiye û meşrû kiriye?